5 şehîd bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên kantona Firatê 5 şehîd bi merasîmeke girseyî oxir kirin.

5 nîsan, 2025   15:30
KOBANÊ

Îro bi sedan şêniyên kantona Firatê endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, şervanên Komandos Hebûn (Ebdulqadir Ehmed), Çiya (Mihemed Kenco), Leşker Kobanê (Necîm Keriho Eto) ku di 3`yê Nîsana 2025`an de di encama qezaya trafîkê ya li ser rêya Reqa-Hesekê de şehîd bûbûn û Dilşêr Kobanê (Yasir Şêx Bozan) ku di 2`yê Çileya 2025`an de li Bendava Tişrînê  û şervan Destan Rojhilat (Derya Hecî) ku di 8`ê Çileya 2025`an li Bendava Tişrînên şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dîcle oxir kirin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk a Kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl sersaxî ji malbata her pênc şehîdan re xwest.

Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku ew bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan gihaştine vê astê û wiha got: “Şehîdan canê xwe feda kir ji bo ku gelê me bi rûmet bijî. Dijmin her tim dixwaze gel di nava komkujiyan re derbas bikin lê şehîdên me her tim li hemberî êrişên dijmin têkoşîn dikin ji bo ku gel bi aramî û bi rûmet bijîn. Divê em jî xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl jî got: “Divê em her tim xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”

Keça xalê şehîd Çiya Almas Romî jî got: “Bi dehan êrişên dagirkeriya Tirk li ser me hebe lê bi hêza QSD`ê, bi hêza gel û hêza şerê gel ê şoreşgerî me hişt dewleta Tirk û hevalbendên wê têk herin, ji ber vê yekê tiştê ku ji me tê xwestin divê em hîna têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin.”

Pişte wesîqên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

(sş)

ANHA