Rêzeçalakiyên Platforma Ekolojiyê ya Jin di hefteya 4`an de ne

Rêzeçalakiyên ku Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di hefteya 4’an de dom kirin.  Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî hatin şermezarkirin.

Rêzeçalakiyên Platforma Ekolojiyê ya Jin di hefteya 4`an de ne
27 kanûn, 2023   15:17
QAMIŞLO

Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava di çarçoveya pêngava, “Ji Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku li 74 navendên cîhanê hatibû destpêkirin de, 6`ê Kanûnê (2023) bernameya rêzeçalakiyan aşkera kiribû. 

Li gorî bernameyê li bajarê Qamişlo her hefteyê roja çarşemê li baxçeyekê bi tevlî bûna jinan bernameya xwendinê hat destpêkirin. Her roja Çarşemê notên hevdîtiyên yên bi Rêber Abdullah Ocalan re ku beriya niha hatibûn weşandin, tên xwendin.

Di çarçoveya bernameyê de îro jî bi beşdarbûna endamên saziyên jinan li Baxçeyê Giştî yê Qamişlo notên hevdîtinê hatin xwendin. Lê beriya xwendinê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de jinan pankartên bi nivîsên, “2 sal, 9 meh û rojek”, “acil hevdîtin”, “azadiya Abdullah Ocalan azadiya jin û xwezayê ye” û ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî` hatin vekirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava Bêrîvan Umer ve hat xwendin. Bêrîvan Omer da zanîn ku ew ê îro bernameya xwendinê bidawî bikin, lê çalakiyên wan dê bi rengên cur bi cur berdewam bikin. 

Bêrîvan Umer êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û da zanîn ku gelên herêmê bi gelek êrîşan re rû bi rû mane, lê gelan jî hevgirtina wan pêş xistiye û got: “Divê were zanîn ku vê îradeyê hemû êrîşên hêzên faşîst pûç kirine.”

Bêrîvan Umer bang li gel kir ku bi parastina ax, av, hewa, daristan, sazî û rêxistinên xwe û bi îradeyek hevpar jiyanek yekpare ava bikin.

Notên hevdîtinê hatin xwendin

Endama Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava Bêrîvan Umer piştî daxuyaniyê jî, beşa dawî ya notên ku ji bo xwendinê ji pirtûka bi nave “Notên Îmraliyê”  hatine amadekirin xwendin. Hefteya dawî ya çalakiyê de, beşa bi navê “Ger ku tifaqa dijî Kurdan dom bike, wê şer çêbibe” ya pirtûkê hat xwendin.

(sb/a)

ANHA