Malbatên Bekir û El Kiya ji ber topbaranê bê cih man

2 malbatên ku malên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn bombebarankirin, bê mal man.

Malbatên Bekir û El Kiya ji ber topbaranê bê cih man
Malbatên Bekir û El Kiya ji ber topbaranê bê cih man
Malbatên Bekir û El Kiya ji ber topbaranê bê cih man
Malbatên Bekir û El Kiya ji ber topbaranê bê cih man
Malbatên Bekir û El Kiya ji ber topbaranê bê cih man
Malbatên Bekir û El Kiya ji ber topbaranê bê cih man
Malbatên Bekir û El Kiya ji ber topbaranê bê cih man
Malbatên Bekir û El Kiya ji ber topbaranê bê cih man
Malbatên Bekir û El Kiya ji ber topbaranê bê cih man
27 kanûn, 2023   15:26
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker duh 2 mal li navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê bombebaran kiribûn. Di encamê de malbatên welatiyê bi navê Hekîm Hac Bekir û Eşref El Kiya bê mal man.

Mal wêran bûne û êdî malbat nikarin di malên xwe de bimînin.

Welatiya bi navê Hêvî El Kiya ku keça Eşref El Kiya ye, got: "Dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike şêniyan koçber bike û ewlehiya li herêmê têk bibe.”

Hêvî bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan şermezar kir û wiha domand: "Dema berjewendiyên wan digihêjin hev, jiyana gel paşguh dikin."

Welatiyê bi navê Mehmûd Seydo ku cîranê Eşref El Kiya ye got: "Saet di 19:17`an de dewleta Tirk mala cîranê min topbaran kir. Em bi zorê ji mal derketin. Tiştek bi kesekî nehat. Lê belê mal wêran bû."

Seydo diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan, koçberkirina gel e û got: "Her çi qas êriş dijwartir bibin, em ji axa xwe dernakevin."

Dewleta Tirk a dagirker di 2 rojên dawîn de bi balafirên bêmirov û biçek 44 navend û cihên stratejîk û xizmetguzariyê û bendên kontrolê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Di encamê de 8 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha zirarên madî yên mezin jî çêbûn.

(şx)

ANHA