Rêya Dêrik-Baravê tê sererastkirin

Şaredariyên gel ên Dêrikê dest bi sererastkirina rêya Dêrik-Baravê ya 18 kîlometreyî kir.

Rêya Dêrik-Baravê tê sererastkirin
1 hezîran, 2026   14:10
QAMIŞLO

Tîmên şaredariyên gel ên li herêma Dêrikê dest bi sererastkirina rêya gundên Baravê (rêya Zihêriyê) kir. Ev rê bajarê Dêrikê bi gundên herêmê ve girê dide.

Niştecihên gundên Baravê (ji gundê Zihêriyê heta bajarê Dêrikê) di demên dawîn de ji ber zêdebûna kortan û zirara li seranserê rêyê bûye, zehmetî dikişandin.

(k)