Li Amûdê merasîma şehîd Agirî hat lidarxistin

Şêniyên bajarê Amûdê merasîma şehîd Agirî Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir li dar xist. 

 Li Amûdê merasîma şehîd Agirî hat lidarxistin
1 hezîran, 2026   14:07
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê merasîma şervanê QSD`ê şehîd Agirî Hesekê (Qeys Şefîq Ehmed) organîze kir. Şehîd Agirî Hesekê 21`ê Çileyê li ser rêya Reqayê şehîd bûbû.

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir bi tevlêbûna şêniyên Amûde û endamên meclis û saziyan hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Seîd Ferso axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Endama Kongreya Star Îlham Hisên jî axivî û got di kesayeta şehîd Agirî hemû şehîdên xwe bi bîr tînin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd ji aliyê endama Kongra Star Ceylan Yûsiv ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şehîd Agirî Hesekê bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

(np)

ANHA