Şêniyên Tebqayê: Berxwedana Bendava Tişrînê nimûneyeke parastina gel bû

Şêniyên kantona Tebqayê diyar kir ku nobedariya li Bendava Tişrînê di sala borî de berxwedaneke bibandor bû ku bû egera têkbirina êrişan.

Şêniyên Tebqayê: Berxwedana Bendava Tişrînê nimûneyeke parastina gel bû
6 ÇILE, 2026   02:35
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Di salvegera yekemîn a berxwedana Benda Tişrînê de, şêniyên kantona Tebqayê der barê berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivîn.

Hevserokê Komeleya Ehlê Beytê ya kantona Tebqayê Ednan Ilêwî diyar kir ku "berxwedana li Bendava Tişrînê îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî zilmê ji cîhanê re îsbat kir." Ilêwî got: "Tiştê ev berxwedan cuda kir beşdariya berfireh a jin, rûspiyan, kesayetên olî û hemû pêkhateyan bû ku rê li ber êrişan girt û bendav veguherand mertalekî ji bo parastina axê û gel.”

Ilêwî ev berxwedan wek serkeftineke mezin ji bo Rêveberiya Xweser û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nav kir ku îspat kir gel dema ku yekgirtî be, dikare îradeya xwe nîşan bide. Her wiha da zanîn ku şênyan li bendavê heftane û mehane nobetên xwe pêk anîn, û rêûresmên olî, di nav de nimêja înê, bi rêk û pêk hatin pêkanîn, ev jî rola oldaran di vê berxwedanê de nîşan dide.

Hevserokê Meclisa Olî ya Kantona Tebqayê Elbid El Mutelib El Betran got ew jî beşdarî nobedariyên bendavê bûye û diyar kir ku Bendava Tişrînê wekî çavkaniyeke avê ya sereke xwedî girîngiyeke stratejîk e.

El Betran destnîşan kir ku beşdariya bi hezaran ji pêkhateyên cuda, tevî qurbanî û şehîdan jî, bendav kir keleheke bihêz li dijî êrişan û vê biryardariyê wekî dersek ku divê li seranserê Sûriyeyê were belavkirin, bi nav kir.

El Betran rola çalak a jinan di berxwedana li dijî Bendava Tişrînê de, hem li eniyên pêş û hem jî di xebata medyayê de, û her wiha fedekariyên rojnamevan û karmendên medyayê yên ku di êrişan de şehîd bûn, destnîşan kir.

Meryem Henan ku yek ji dayikên ku beşdarî berxwedana li Bendava Tişrînê bûye, got ew ji roja yekem ve beşdar bûye û dîtiye çawa nobedar di wê berxwedanê de şehîd bûne. Tevî vê yekê, wê ji erka xwe paşve gav neavêtiye. Meryemê da zanîn ku ew careke din jî tev li nobetê bûye û 4 rojan maye. Di vegera xwe de birîndar bûye, lê dîse jî wê xwestiye careke din vegere nobetê.

Meryemê destnîşan kir ku bi sedan dayik û jin ji pêkateyên Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Ermen, beşdarî nobetê bûn û yekitiya helwesta gel nîşan da.

Meryem Henan di dawiyê de got beşdarbûna jinan stûneke bingehîn a berxwedanê bû û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk mil bi mil şer dikir.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên dijwar li ser Bendava Tişrînê pêk anîn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin bersiva êrişan da û têk birin. Di heman demê de, karwanên bi deh hezaran şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi bendavê ve çûn da ku nobedariyê bikin û wê biparêzin.

Berxwedana li bendavê 118 rojan anku ji 8`ê Çileyê heta 5`ê Gulanê dom kir û bi daxuyaniyeke Rêveberiya Xweser bi dawî bû. Di encamê de 25 şênî şehîd bûn û 240 kesên din jî birîndar bûn, di nava wan de rojnamevan, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û xwendekarên zanîngehê hebûn.

(k)

ANHA