Rêveberiya Xweser: bila 1`ê Gulanê bibe roja pêşxistina têkoşîn û rêxistinbûyînê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku Roja Karkeran a Cîhanê bibe roja pêşxistina têkoşîn û rêxistinbûyînê.

Rêveberiya Xweser: bila 1`ê Gulanê bibe roja pêşxistina têkoşîn û rêxistinbûyînê
30 nîsan, 2025   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 1`ê gunanê Roja Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek da û ev roj li karkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê, pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev roj di dîroka têkoşîna çîna karker a li dijî mêtingerî û yekdestdariyê de û ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê xwedî ciheke girîng e.

Her wiha hate gotin: "Di çarçoveya zehmetiyên ku îro bi ser Sûriyê de hatiye û ji ber rewşên heyî nexasim di nava bi dehan salên ji desthilatdarî û binpêkirinê de, karker ji berê ve û heta roja îro rola wan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingehîn û berfirehe. Ji ber yek ji bingehên  şoreşa me û armancên wê, tunekirina hemû cûreyên keysbazkirinê ye. Di vê qonaxa mezin di dîroka  Sûriyê de karker bingeha avakirina Sûriya pêşerojê ne ku xwesteka hemû gelê Sûriyê ku têde edalet, wekhevî hebe û redkirina her cûreyê desthilatdariyê armanca sereke ye. "

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku "ev roja dîrokî ya Karkerên Cîhanê bibe roja pêşxistina têkoşîn û rêxistinbûyînê da ku têgînên desthilatdarî û keysbazkirinê ji bo avakirina paşeroja welatê xwe bi ked û xebatên pîroz ên kedkarên welatê xwe, derbas bikin.

Rêveberiya Xweser bi vê boneyê karkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê, pîroz kir û hêvî kir ku aştî, edalet û aramî belav bibe heta ku bighêjin Sûriyeke demokratîk nenavendî li ser esasê dadmendî û wekheviyê.