Rêveberiya Xweser muhlet da partiyên neruxsetkirî 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê muhlet da partiyan û hêzên siyasî yên neruxsetkirî da ku daxwaznameya ruxsetgirtinê pêşkêş bikin.

Rêveberiya Xweser muhlet da partiyên neruxsetkirî 
7 adar, 2024   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Kar û Barên Partiyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biryara bi hejmar 1 a sala 2024`an derxist û dem da hêz û partiyên neruxsetkirî ji bo ku li nivîsgehên wê vegerin û daxwaznameyên ruxsetgirtinê jê re pêşkêş bikin.

Komîteyê li ser malpera xwe ya fermî biryar parve kir ku naveroka wê wiha ye:

“Li gorî qanûna ruxsetkirina partiyan a Rêveberiya Xweser a bi hejmar 6’an ku di 20.05.2018`an hatiye derxistin û li gorî civîna Komîteya Partiyan a bi hejmar 2 ku di dîroka 05.03.2024`an de li dar ketiye, Komîteya Kar û Barên Partiyan ev biryar da:

Tevahî partiyên rusxet negirtine, dikarin ji 7`ê Adara 2024`an heta 1`ê Nîsana 2024`an daxwaznameyên ruxsetgirtinê ji Nivîsgeha Kar û Barên Partiyan re pêşkêş bikin ji bo ku bikarin li herêmê kar bikin.

Piştî qedîna wê muhletê, wê tedbîrên qanûnî bên girtin."

(şx)

ANHA