Rêveberiya Xweser ji bo vemirandina şewatên li peravê karwanê piştgiriyê şand

Rêveberiya Xweser ji bo vemirandina agirên li herêmên perava Sûriyeyê karwanekî piştgiriyê bi rê kir.

9 tîrmeh, 2025   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro di civîneke çapemeniyê de ragihand ku wan, ji bo alîkariya vemirandina şewatên li perava Sûriyeyê, karwanekî piştgiriyê bi rê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Li ser bingeha berpirsyariya nîştimanî û erka mirovî û ji ber karesata jîngehê ya ku li deverên peravê ji ber şewata daristanan rû daye, Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihîne ku wê wesayitên agirkujiyê û tîmên pispor ber bi herêmên peravê re bi rê dike da ku tev li hewldanên vemirandina agir û pêşîgirtina belavbûna agir bibin.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: "Em wek Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di wê baweriyê de ne ku karesat sînoran nas. Em soz didin gelê xwe ku em ê çi ji destê me were, bikin da ku di van şert û mercên krîtîk de piştgirî û alîkariyê bikin."

Yekitiya Şaredariyan di daxuyaniya xwe de hemû tîmên agirkujiyê, kesên xwebeş û xebatkarên ku ji bo vemirandina şewatan dixebitin, silav kirin.

(k)