Civîna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikûmeta veguhêz re dest pê kir

Civîna di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikûmeta veguhêz dest pê kir, nûnerê Amerîkî Thomas Barrack û nûnerê hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre berşdrî civînê bûn.

Civîna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikûmeta veguhêz re dest pê kir
9 tîrmeh, 2025   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ragihandin ku civîna fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re li Şamê des pê kir, nûnerê Amerîkî Thomas Barrack û nûnerên hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre jî beşdarî civînê bûn.

Îro di çarçoveya berdewamiya civîn û diyalogê bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re, şandeyeke siyasî û leşkerî ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştibû Şamê.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Dayreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Dmokratîk Îlham Ehmed, Hevseroka Şandeya Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsiv û Hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş pêk tê.

Di 10`ê Adara vê salê de di navbera fermnariya Hêzên Sûriya Demokratîk û rayedarên Şamê de peymanek pêk hat. Ji bo şopandina pêkanîna peymanê, di 1ê Hezîrana îsal de, li paytext Şamê, di navbera şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyeke ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de civînek fermî pêk hat.

(k)