Rêveberiya Xweser alîkariya mexdûrên şerê li Lubnanê dike

Mexdûrên şerê li Lubnanê yên li kantona Dêrazorê bi cih bûne, xwest alîkariyên pêwîst ji wan re werin pêşkêşkirin. Meclisa Xwecih a Baxozê jî diyar kir ku ew li gorî derfetan alîkariyê didin mexdûran.

Rêveberiya Xweser alîkariya mexdûrên şerê li Lubnanê dike
25 cotmeh, 2024   06:10
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Ji destpêka şerê li Lubnanê yê di navbera Îsraîl û Hizbullahê ve, sûriyeyiyên li Lubnanê û lubnanî ber bi Sûriyeyê ve koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo kar û barên mexdûran maseya krîzê ava kir.

Li gorî daneya herî dawîn a maseyê, hejmara kesên ji Lubnanê hatine herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê, gihaştiye 20 hezarî.

Bi sedan malbat ji Lubnanê vegeriyan kantona Dêrazorê. Kesên vedigerin, spasiya Rêveberiya Xweser kir ku ew pêşwazî kirin, ji wan re destek pêşkêş kirin û pêdiviyên wan dabîn kirin.

Jina bi navê Şemse El Mihemed a ji Lubnanê vegeriye, got: "Em destvala vegeriyan herêmê. Zehmetî pir bûn. Lê ji ber ewlehiya li vir, me ew zehmetî ji bîr kir. Em hêvî dikin ku ji vê bêtir piştgiriya me bê kirin da ku li herêmê istiqrar bibin."

Xalid El Mihcim ê ji Baxozê jî got: "Piştî aloziya li Sûriyeyê, em derketin Lubnanê. 8 salan li Lubnanê bûm. Lê ji ber şer destpê kir, em vegeriyan bajarokê xwe. Em hêvî dikin ku li vir bi cih bibin."

El Mihcim destnîşan kir ku wan dest bi paqijkirina malên xwe kirine ji bo ku tê de bi cih bibin. Her wiha diyar kir ku pêwîstiya wan bi xizmetên bingehîn mîna peydakirina nan, sotemeniyê û dibistanê ji zarokên wan re heye.

Hevseroka Meclisa Xwecih a Baxozê Lînda El Hibo jî der barê mijarê de got: "Em hewl didin daneyên kesên ji Lubnanê hatine bigirin, ji bo ku pêdiviyên wan peyda bikin."

Lînda da zanîn ku ew hewl didin xizmetên bingehîn ji kesên ji Lubnanê vedigerin re peyda bikin û wiha dewam kir: "Ji kesên vegeriyan re hin pêdivî pêwîst in, mîna sotemenî, nan, pakêtên xwarinê, û belgeyên pêwîst ji bo qeydkirina zarokan di dibistanan de."

Li gorî Lîndayê meclis dê li gorî derfetan bi rêya komînan, pêdiviyên mexdûran dabîn bike.

Komîteya Serjimariyê ya bajarokê Baxozê aşkera kir ku heta niha 100 malbat ji Lubnanê vegeriyane û hejmara wan roj bi roj zêdetir dibe.

(şx)

ANHA