Dê dan û standinên agirbestê jinûve li Dohayê dest pê bikin

Dîplomatên mezin ên Qeter û Amerîkayê diyar kir ku ji bo nîqaşkirina agirbestê û berdana dîlgirtiyên Hemas û Îsraîlê dê navbeynkar li Dohayê bicivin.

Dê dan û standinên agirbestê jinûve li Dohayê dest pê bikin
24 cotmeh, 2024   22:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku yekşema bê dê şandiyeke Îsraîlê biçe Dohayê.

Girêdayî wê dîplomatên mezin ên Qeter û Amerîkayê da zanîn ku dê navbeynkarên Amerîka û Îsraîlê di çend rojên bê de li Dohayê bicivin da ku ji nû ve dan û standinên agirbestê û berdana dîlgirtiyan nîqaş bikin.

Wezîrê Karên Kerve yên Amerîkayê Antony Blinken bi hêviya jinûve dan û standin dest pê bikin, piştî kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Yehya Sînwar, sardana Rojhilata Navîn kiribû.

Piştî nîqaşên bi serokwezîr û wezîrê Karên Dervey ê Qeterê Mihemed Bin Ebdurehman Al SAnî re, Blinken ji rojnamevanan re aşkera kir ku wan li ser hilbijêrên sûdwergiritna ji vê kêliyê û gavên pêş ên ber bi pêvajoyê ve nîqaş kirine. Her wiha got texmîn dike ku di çend rojên bê de navbeynkar bicivin.

(mh/fr)