Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anî

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê 2 malbat li hev anî.

Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anî
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anî
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anî
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anî
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anî
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anî
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anî
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anî
2 kanûn, 2023   17:05
KOBANÊ

Ji eşîra El Ewn a Ereb di navbera pismaman de nakokî derketibû. Nakokiya 29′ê Tîrmeha borî dest pê kiribû veguherî pevçûnên bi çekan. Di encamê de ciwanên bi navê Hesan û Basil Omer jiyana xwe ji dest da û 12 kesên din birîndar bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê her du malbat li hev anî.

Merasîmê lihevanînê li gundê Erna yê rojhilatê navçeya Sirînê ya başurê kantona Kobanê bi amadebûna bi dehan şênî, şêx û rûpiyên herêma Firat û Minbicê, nûner û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser  pêk hat.

Endamê Meclisa Edaletê ya Sirînê Îbrahîm Muslim anî ziman ku pêkhhateyên civakî dikarin bi rêgezên exlaq, wijdan û urf û adetên civakî pirsigrêk û nakokiyên xwe çareser bikin û got: "Armanca saziyên edaleta civakî jî ew e ku civak bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike."

Serokê meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Herêma Firatê Ferhan Hec Îsa jî girîngiya lihevanînê di ol û urf û adetên civakê de destnîşan kir. Hec Îsa pesnê helwesta her du malbatan da ku li hev hatin û got: "Ne ji helwesta her du malbatan bûye bi sedan kes îro li vir kom nedibûn."

Hevserokê Şaredariya Navçeya Sirînê Mistefa Muslim jî  destnîşan kir ku ev civîn nîşana taeta xweda û sulhê ye.

Di merasîmê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD′ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa bal kişand ser êrişên li ser Sûriyeyê û li dijî êrişên derve banga lihevanînê û çareserkirina pirsgirêkan kir.

Her wiha bi navê Saziya Olî ya Sirînê Şêx Casim jî û bi navê Kongra Star a Sirînê Muna Ehmed lihevhatina her du malbatan pîroz kir.

Bi navê eşîra El Ewn, Şêx Casim El Dîkan axivî û got, divê tifaq di navbera ferdên civakê de pêk were û nakokî werin çareserkirin.

Di dawiyê de endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Sirînê Îbrahîm Muslim peymana lihevanînê ya her du malbatan xwend û got, her du malbat li hev hatin.

 (bb)

ANHA