Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên oldaran

Li Qamişlo û Hesekê bi dirûşma “Azadiya ronakbîr Abdullah Ocalan kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd bi diyalogê û rêbazên aştiyane”  civîn ji aliyê îmamên mizgeftan hatin lidarxistin.

2 kanûn, 2023   16:42
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd ku 10`ê Cotmehê ji aliyê dostên gelê Kurd ve hatiye ragihandin de, Meclisa Îslama Demokratîk a kantona Qamişloyê civînek li hola Sandîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlan li dar xist. Îmam û meleyên navçeyên Ceza, Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê di civînê de hazir bûn. 

Di civînê de gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya Meclisa Îslama Demorkatîk a kantoan Qamişlo Sultan Temo bal kişand ser girîngiya yekitiya gelan û got: “Xilasiya gelan di yekitiya wê de veşartî ye. Çawa di dîroka olan de ji bo xilaskiya gelan ji zulmê serhildêr hebûn, di dîroka gelan de jî ji bo azadiya gelan serhildêr hebûn. Rêber Abdullah Ocalan serhildêrê azadiyê ye ku ji bo azadiya gelan tê dikoşe."

Temo destnîşan kir ku birêxistinkirina civakê, rastkirina rêya wê erka ol e bi taybet ola îslamê ku li ser edalet û wekheviyê û piştevaniya mezlûman ava bûye û wiha domand: “Divê em nekevin xefka hikkumetên netewperest yên ku hewl didin di bin navê ol de berjewendiyên xwe yên dûrî rêgezên îslamê, pêk bînin.”

Temo balkişand ser erka meleyan û got: “Divê em banga rêgezên demokratîk û rastîn ên îslamê bikin. Di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd de rol bilîzin.”

Temo diyar kir ku li Rojhilata Navîn 2 pirsgirêkên sereke hene û beyî wan çareserî nabe û got: “Pirsgirêka Kurd û ya Filistînê ye. Çareserkirina her du pirsgirêkan di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye ku kilîta çareseriyê di destê wî de û bi rêya projeya neteweya demokratîk e.”

Dûre endamê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Qamişlo şêx Mûsa El Behrî axivî û hin rastiyên kurtejiyana Pêxember anîn ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di analîzên xwe de bi bîr xistibûn.

Di dawiyê civînê de hate destnîşankirin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareserkirina dozên Rojhilata Navîn e.

HESEKÊ

Bi heman armancê Kombûna Ol û Baweriyên Mezopotamiyayê civînek li Mizgefta Misebe Bin Omeyîr a li taxa Til Hecer a li bajarê Hesekê li dar xist.  Derdora 75 oldarên ji bajar û navçeyên Hesekê û endamên Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk beşdarî civînê bûn.

Di civînê de serokê meclisa olî ya Hesekê Mihemed Reşîd armanca lidarxistina civînê diyar kir û got: "Em ê îro behsa mirovekî bikin ku bi saya fikr û felsefeya wî welat gihaştiye vê merheleyê. Em dengê xwe tev li dengê bi mîlyonên kesan dikin ku banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin."

Endamê komîteya amadekar a pêngava banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan Silêman El Elî jî jî anî ziman ku Armanca  ji vê civînê ew e ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bighînin cîhanê û got,′′ Banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî erka me ye."

Di civînê de hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Saroxan şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Em pêxemberê xwe Mihemed bi bîr anîn. Her sed salan wê kesek were û ola we nû bike. Em  jî dibêjin ronakbîr Abdullah Ocalan xwediyê fikr îslama demokratîk e ku ji girîgeha Îmraliyê nameyek ji oldarên misilman re şand û ji wan re got: ji xeta pêxember Mihemed, ji tiştên ku bi îslamê hatiye kanîn îman û zanyarên misilman, nakî belgeya Medîna Minewere"

(şx)

ANHA