Reuters: Erebistana Siûdî amade ye deynên derengmayî yên li ser Sûriyeyê bide

Reuters ku xwe spartiye çavkaniyan, diyar kir ku Erebistana Siûdî amade ye 15 milyon dolar deynên derengamyî yên li ser Sûriyeyê bide banka navneteweyî. Ev yek rê li erêkirina dayîna milyonan dolaran ji bo piştgiriya jinûve avakirinê û geşkirina beşa giştî ya Sûriyeyê vedike.

Reuters: Erebistana Siûdî amade ye deynên derengmayî yên li ser Sûriyeyê bide
14 nîsan, 2025   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reuters ku xwe spartiye çavkaniyên şopîner da zanîn ku Erebistana Siûdî amade ye deynên derengmayî yên li ser Sûriyeyê bi nirxa 15 milyonan dolar bide banka navneteweyî.

Ev gav, gaveke pêşîn e ji bo erêkirina dayîna milyonan dolaran ji bo piştgiriya jinûve avakirinê û geşkirina beşa giştî ya Sûriyeyê ye.

Reuters diyar kir ku ev gav ku cara pêşîn tê kirin, wê bibe piştgiriya yekemîn a a Siûdiyê ji bo Sûriyeyê.

Girêdayî wê, berdevkê Wezareta Darayî ya Siûdiyê ji Reuters re gotibû ku dema mijarên wiha amade bibin ew ê bi fermî ragihînin, anku dema rewş rê bidin wê yekê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li ser Sûriyeyê deynên derengmayî yên banka navneteweyî bi nêzî 15 mîlyon dolar hene. Eger ev deyn neyên saxkirin jî Saziya Darayî ya Navneteweyî nikare li ser alîkariyên nû erê bike.

(mh/fr)