Rejîma Îranê ciwanek bi dar ve kir

Ciwanek li zindana Şahrûdî ya Îranê hate bidarvekirin. Her wiha di du dosyayên cuda de li Bicnûrd û Sine li bavek û keçekê cezayê giran yê girtîgehê û qamçiyan hate birîn.

Rejîma Îranê ciwanek bi dar ve kir
1 tebax, 2026   23:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê, ciwanê bi navê Arwîn Xerxwahanî (19) îro li girtîgeha Şahrûdê hat bidarvekirin. Arwîn yek ji wan kesên ku di xwepêşandanên 2025’an de hatibû girtin.

Li gor torê, berê dadgeheke Îranê ew bi tohmeta “serî hildan” cezayê girtîgehê lê hate birîn. Berpirsên girtîgehê hîn cenaze radestî xizmên wî nekirine û merasîma cenaze dê di bin tedbîrên ewlekarî yên tund de were lidarxistin.

Di heman demê de, Kolbar News ragihand ku şaxa duyemîn a dadgeha Bijnûrdê cezayê girtîgehê, cezayê qamçîkirin û pereyan li Behrûz Îzanlo û keça wî ya 16 salî Zeyneb Îzanlo birî, ku berê di xwepêşandanên destpêka 2026’an de hatibûn girtin.

Bahrûz Îzanlo bi tohmeta “têkdana ewlehiya giştî” çar sal û neh meh cezayê girtîgehê, 80 qamçî û 80 milyon Riyalê Îranî lê hat birîn. Keça wî Zeyneb şeş meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Bav û keç berê bi kefaleta giran hatibûn berdan.

Di heman demê de, Mona Melekî (27)î ji Sineyê, di 14’yê Tîrmeha 2026’an de ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hate girtin. Piştî 17 rojan, ew hîn jî di odeya jinan a Girtîgeha Navendî ya Sîne de di hucreya yek-kesî de tê girtin.