Hêzên rejîma Îranê dayik û xwişka girtiyê kuştî destgîr kirin

Efsane Rûzbehanî piştî ku kurê wê Bêhnam Derwêşî di Girtîgeha Evînê de hat kuştin, edalet dixwest. Hêzên rejîma Îranê dayik û keça wê destgîr kirin.

Hêzên rejîma Îranê dayik û xwişka girtiyê kuştî destgîr kirin
23 adar, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Efsane Ruzbehanî ya dayika Bêhnam Mehcûbî yê bi navê Bêhnam Derwêşî tê naskirin, ji bo kurê xwe tev li xwepêşandanan dibe û daxwaza edaletê dikir. Kurê wê di Sibata 2021`an de ji Girtîgeha Evînê rakiribûn nexweşxaneyê û wefat kiribû.

Hêzên rejîma Îranê Efsane Ruzbehanî û keça wê Bêhnûş Derwêşî, li ser gora Bêhnam Derwêşî ya li Hemedanê bêyî fermana dadger destgîr kirin û veguhastin Girtîgeha Nuşîcanî Melaîrê.

Bêhnam Derwêşî ji bajarê Kerem ê Rojhilatê Kurdistanê ye, sala 2017`an dema ku ew û hevalên xwe derdikevin xwepêşandanê, tê girtin. Di Girtîgeha Evînê de îşkenceyeke giran lê hat kirin. Ji ber îşkenceyê nexweş dikeve û êdî nema dikare biaxive. Di axaftina xwe ya dawîn de tenê dibêjê: "Ji diya min re bêjin ku êdî kurê wê tune ye." Piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê gelekî giran dibe jî destûrê nadin bijîşk lê binêre.

Sibatê 2021`an Bêhnam Derwêşî di nexweşxaneyê de wefat dike. Dayika wî Efsane Ruzbehanî ji rayedarên Îranê dixwaze sedema mirina kurê xwe bizane. Rêveberên Pasdarên Îranê yên Girtîgeha Evînê dibêjin ku Bêhnam Derwêşî bêyî ku biçe nexweşxaneyê derman bi kar anîne û bûye sedema mirina wî.

Li gorî agahiyên ji Girtîgeha Evînê, Bêhnam Derwêşî hatiye gulebarankirin û hinek jî dibêjin ku ji ber îşkenceyê wefat kiriye.

Efsane Ruzbehanî ji sala 2017`an piştî mirina kurê wê Bêhnam Derwîşî derdikeve xwepêşandanan û daxwaza edaletê dikir. Hêzên rejîma Îranê dayik û keça wê destgîr kirin û veguhastin Girtîgeha Nûşîcanî Melaîrê.