Gundên Şehba û Şera tên topbarankirin: Leşkerekî Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bû

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker balafirgeha Miniqê ya herêma Şehba û gundên Elqemiyê û Merenazê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dike.

Gundên Şehba û Şera tên topbarankirin: Leşkerekî Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bû
21 ÇILE, 2024   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker balafirgeha Miniqê ya herêma Şehba û gundên Elqemiyê û Merenazê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dike.

Li gorî nûçegihan, di encama topbarana li dijî gundê Merenazê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

(fr)