Çekên li kampa Holê hatine desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di çarçoveya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de miqdareke çek desteser kiriye.

Çekên li kampa Holê hatine desteserkirin
Çekên li kampa Holê hatine desteserkirin
4 sibat, 2024   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî çekên ku qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya kampa Holê hatine desteserkirin, agahiyên nû dan.

Navendê diyar kir ku di çarçoveya opareyonên lêgerînê de ev tişt hatin desteserkirin:

6 çekên kalaşînkov

10 cercûrên kalaşînkovan

RBG tevî heşweyê wê

10 kebsule

Guleyên kalaşînkovan.

(bb)