QSDˊê bi dîmenekê îdiayên hikumeta veguhêz derewandin

QSDˊê bi dîmenekê hewlên hikumeta veguhêz ên xapandina raya giştî ku endamên wê li derdora Bendava Tişrînê ji hêla êrişa mûşekî ya QSDˊê ve hatine kuştin, aşkera kirin.

QSDˊê bi dîmenekê îdiayên hikumeta veguhêz derewandin
30 cotmeh, 2025   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku tu girêdana wê bi kuştina endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li gundewarê Bendava Tişrînê re tune ye û diyar kir ku ew bûyer ji ber teqîna mayînekê ku komên girêdayî hikumetê bi xwe çandibûn pêk hat, ne ji ber hedefgirtina bi mûşekê ji aliyê hêzên QSDˊê ve ye, wek ku Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz îdia dike.

QSDˊê di daxuyaniya ku navenda wê ya ragihandinê parve kiriye de got, "Îdiaya ku Wezareta Parsstinê kiriye bi tu awayî ne rast in, delîlên meydanî û rastiyên bidîmen ku navendê bi dest xistine, wan îdiayan derew derdixe."

Li gorî daxuyaniyê, di dîmenan de veguhastina cenazeyên endamên hêzên hikumetê ji cihê teqînê aşkera dibe û xuya dibe ku hedefgirtin ji binî anku ji jêr de çêbûne û ev tişt teqez dike ku "teqîn di bin wan edaman de pêk hatiye û ev jî îsbat dike ku teqîna hundirîn ji ber mayînekê ye ne ji ber êrişa ji derve ye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku karê veguhastina cenazeyan "bêyî tu parastin an jî tedbîrên ewlehiyê pêk hat" û ev jî "delîlek e ku tu aliyekî dijber an jî hedefgirtina yekser li herêmê, nîn e."

 QSDˊê di daxuyaniya xwe de Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz "bi hewla xapandina raya giştî û nixumandina şaştiyên xwe yên meydanî bi çîrokên çêkirî û tohmetên derew tawanbar kir" û diyar kir ku "ew di veguhastina rastiyan ji raya giştî re pabendî zelalî û şefafiyetê ne" û bang li dezgehên ragihandinê ku kir ku nekevin xefka daxuyaniyên xapandinê.

Dîmenên ku hêzên QSDˊê tevî daxuyaniyê parve kirine, van rastiyan aşkera dike.

(fr)