Artêşa Îsraîlê 2 ciwanên sûriyeyî girtin

Artêşa Îsraîlê li Derayê 2 ciwan destgîr kirin. Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê beranberî van gavên artêşa Îsraîlê bê deng e.

Artêşa Îsraîlê 2 ciwanên sûriyeyî girtin
30 cotmeh, 2025   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê li gundê Mereya ya herêma Hewd El Yermûk a li rojavayê parêzgeha Derayê, 2 ciwanên bi navên Mazin El Eqle û Mihemed Tewfîq Rebiya, destgîr kirin. Destgîrkirin di dema serdegirtina gundê Mereya de pêk hat. Artêşa Îsraîlê her du ciwan birin cihekî nediyar û sedema destgîrkirina wan jî nîşan nedaye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê belge kir ku hêzên Îsraîlê li gundê Bîr Ecim ê li rojavayê Quneytirayê xebatên kolandinê didomîne. Li gorî çavkaniyan armanca artêşa Îsraîlê ew e ku rêyeke leşkerî ku baregehên xwe yên li ser xeta sînor bi hev ve girê dide, çêke.

(dc)