Wê Ala û Kalin jî tev li hevdîtina Şandeya Îmralî-Erdogan bibin

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê îro di saet 17.00’an de li Qesra Serokkomariyê bi Serokkomar Recep Tayîp Erdogan re bicivin.

Wê Ala û Kalin jî tev li hevdîtina Şandeya Îmralî-Erdogan bibin
30 cotmeh, 2025   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî wê di hevdîtinê de cih bigirin.

Hat zanîn ku şande wê ji Navenda Giştî ya DEM Partiyê ber bi Beştepeyê ve biçe.