QSD’ê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk nasnameyên 2 şervanên ku li cih û demên cuda şehîd bûne aşkera kirin.

QSD’ê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin
22 nîsan, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên ku li cih û demên cuda şehîd bûne aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanê QSD`ê Xebat Mihemed Mamo (Xebat Efrîn) di berxwedana li dijî êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûye û şervan Siûd Mehmûd Ehmed (Gabar Qamişlo) ji ber krîza dil şehîd bûye.

QSD`ê sersaxî ji malbatên şehîdan re re xwest û soza berdewamkirina têkoşîna wan da.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Navê Kod: Xebat Efrîn

Nav û Paşnav: Xebat Mamo

Navê Dayikê: Nebîha

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 18 Çile 2026

***

Navê Kod: Gabar Qamişlo

Nav û Paşnav: Siûd Ehmed

Navê Dayikê: Emîna

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tirbespiyê, 20 Nîsan 2026

(k)