Koçberên Serêkaniyê daxwaza vekirina rêyan û çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê kir

Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku wan ji rayedarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwestiye ku pirsgirêkên ewlehiyê yên li bajêr çareser bikin, rêyên vekin, xalên kontrolê rakin û niştecihan derxin, her wiha asta xizmetguzariyan li herêmê baştir bikin.

Koçberên Serêkaniyê daxwaza vekirina rêyan û çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê kir
22 nîsan, 2026   10:57
HESEKÊ

Duh (Sêşem) li Hesekê civînek hate lidarxistin. Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed, fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên tîma hikumeta demkî ya ji bo şopandina pêkanîna Peymana 29’ê Çileyê û nûnerên Komîteya Koçberên Serêkaniyê beşdar bûn.

Der barê naveroka civînê de, berpirsê têkiliyên giştî yê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso ji ajansa me re got di civînê de gelek mijar hatin gotûbêjkirin, wekî misogerkirina ewlehî û aramiya li herêmê, derxistina dagirkerên neqanûnî ji malên wan û vegerandina malan bo xwediyên wan, hêsankirina vegera kesên ku piştî 2019`an ji parêzgehên din hatine, peydakirina xizmetên bingehîn, misogerkirina beşdariya kesên koçber û şêniyên resen di rêvebirina deverên xwe de, rawestandina guhertina demografîk û zimanê nefretê.

Îso diyar kir ku kar û hevrêzî dê berdewam bike heya ku rewş were sererastkirin û hemû daxwaz werin bicîhanîn û da zanîn ku eger ev gav pêk werin komîte dê amade be ku vegere.

Ciwan Îso destnîşan kir ku mijara ewlehiyê mijareke sereke ya nîqaşê bû, komîteyê daxwaza çareserkirina hemû pirsgirêkên ewlehiyê, vekirina rêyan û rakirina xalên kontrolê, derxistina niştecihan û baştirkirina xizmetguzariyan li herêmê kir.

(k)