Sibe li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê tarî ye

Komîteya jenetoran a girêdayî Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku, ger dorpêça hikumeta Şamê dewam bike, tevahî jenentorên mazotê ku kehrebê didin her du taxa dê sibe bisekinin.

Sibe li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê tarî ye
Sibe li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê tarî ye
Sibe li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê tarî ye
Sibe li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê tarî ye
Sibe li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê tarî ye
Sibe li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê tarî ye
Sibe li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê tarî ye
Sibe li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê tarî ye
Sibe li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê tarî ye
Sibe li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê tarî ye
7 kanûn, 2023   11:08
HELEB
MIHEMED EBDO

Komîteya jenetoran der barê rawestandina tevahê jenetorên mazotê de ku kehrebê didin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê raporeke amade kir.

Komîteyê di rapora xwe de destnîşan kir ku li her du taxan 22 jenetorên mazotê ji bo embêrên sibehê hene ku kehrebê didin saktorên endustirî û bazirganî û rojane 8 saetan ji saet 9′an sibehê heta 6 êvarê dixebitin û saetekê navber e. Her embêrek di hefteyekê de bi 20 hezar lîreya Sûriyeyê ye, lê roja înê pênakeve, tevî roja înê bi 22 hezar û 500 lîreya Sûriyeyê ye.

Li kêlek wê jî 49 jenetorên embêran ên şevê hene ku kehrebeyê didin malan û ji meh û nîvekê ve tenê 3 saetan dixebitin. Ji ber ku sotemenî kêm e. Bihaya her embêrekê di hefteyê de 3 hezar lîreya Sûriyeyê ye.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de hefteyê 9 saetan jenetor tên pêxistin û 9 hezar lîreya Sûriyeyê didin. Bi wê re li gel tunebûna piştgiriya hikumetê ji çeksazkirina pirsgirêka kehrebê li tevahî Sûriyeyê êşên welatiyan zêde dibin.

′SIBE TARÎ YE′

Komîteya jenetoran di rapora xwe de anî ziman ku mîqdara yedeka heyî, tenê têra pêxistinê heta roja înê (8/12/2023) dike. Bi were her du tax weke kantona Şehbayê li gel dorpêça heyî bê kehrebe dimînin.

Ne tenê pirsgirêk dabînkirian kehrebê bi rêya jenetorên mazotê ye, lê belê hikumeta parçeyên guhartinê û zeyta jenetoran jî nahêle derbas bibe. Ew baş dizanin ku dê ev kiryar bi xwe re qutbûna kehrebê li ser her du taxan bîne.

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê, li sûka reş bihaya her lîtreyek mazot gihaşt 13 hezar û 500 lîreya Sûriyeyê.

Der barê pêdiviya her du taxan bi mazotê ya heftane de, komîteyê diyar kir ku pêdiviya wan a heftane 300 bermîl heye ku jenetor bên pêxistin.

Komîteyê anî ziman ku pêwîstî bi dabînkirina mazotê heye ku jenetorên kehrebê didin malan heta 6 saetan werin pêxistin da ku ev dorpêç were şikandin, kar û barên civakê pêk werin.

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di 2′yê Mijdarê de daxuyaniyek dabû ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê li ser her du taxan tevahî karên xizmetguzarî taloq kirine.

(fr)

ANHA