QSD: Li Dêrazorê di êrişa şaneyekê de şervanekî me şehîd bû

QSD’ê diyar kir ku şaneyeke terorîst a DAIŞ’ê li rojhilatê Dêrazorê êrişî erebeyeke leşkerî kir, di encamê de pevçûn di navbera hêzên wan û şaneyê de derket, şervanek şehîd bû û 3 şervan jî birîndar bûn.

QSD: Li Dêrazorê di êrişa şaneyekê de şervanekî me şehîd bû
16 gulan, 2025   00:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera hêzên wan û şaneyên DAIŞ’ê li Dêrazorê de pevçûn derket.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Danê êvarê li herêma Ebû Hemam a rojhilatê Dêrazorê di navbera hêzên me û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de pevçûn derket.

Şaneyeke çeteyan bi awayekî xedar û tirsonak erebeyeke leşkerî ya hêzên me hedef girt û hêzên me bersiva vê êrişê da. Di encama pevçûn de şervanekî me şehîd bû û 3 şervan jî birîndar bûn. Her wiha hejmara kuştî û birîndarên şaneya êrişkar a çeteyên DAIŞ'ê nehat zanîn.

Piştî hilweşîna rejîma Baas’ê rêxistina terorîst hewl dide sûdê ji tevliheviya li Sûriyeyê wergirin, ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike û xurt bike, da ku êrişên terorî li dijî gelek deverên Sûriyeyê bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne. Lê hêzên me dê di têkoşîna xwe ya li dijî bermahiyên şaneyên terorîst de bidomin, ewlehî û aramiya herêmê biparêzin."

(mh/fr)