QSD: Di bersivdana êrişên dagirkeran û şaneyên DAIŞˋê 5 şervan şehîd bûn

QSDˋê ragihand ku di dem û cihên cuda de di berxwedana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û êrişên şaneyên çeteyên DAIŞˋê de 5 şervan şehîd bûn.

QSD: Di bersivdana êrişên dagirkeran û şaneyên DAIŞˋê 5 şervan şehîd bûn
20 ÇILE, 2025   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 şerevanên di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û êrişên şaneyên çeteyên DAIŞˋê de şehîd bûne, aşkera kirin.

Navendê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di dema bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên şaneyên rêxistina DAIŞˋê ya terorîst de 5 şervanên me gihîştin asta şehadetê.

Êdî her kes dizane ku hêzên xwe di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yan jî serdegirtina şaneyên rêxistina DAIŞˋê ya terorîst de xwe dispêrin berxwedanî û fedakariyê. Ev hemû destkeftiyên hatin qezenckirin jî bi saya lehengî û fedakariya şehîdan in. Ji bo pêkanîna serkeftinan QSDˋê garantiya yekemîn û dawîn e. Navên her pênc şehîdan wiha ne: Mazin (Subhî Ebdullah El Cero), Nûr (Heyder Hisên El Sehin), Dijwar Kajîn (Hîşam El Ferec), Rustem Rojava (Mecîd Osman) û Eşqer (Îsmaîl Muselêh Xelîl).

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe dixwazin û soz didin ku em ê heta tacîdarkirina serkeftin û parastina ewlehî û îstîqrara herêmên me wesîyetên xwe yên domandina têkoşînê pêk bînin.

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Mazin

Nav û paşnav: Subhî Ebdullah El Cero

Navê dayikê: Yusra

Navê bav: Ebdullah

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-9ˋê Kanûna 2024ˋan

Nasnav: Nûr

Nav û paşnav: Heyder Hisên El Sehin

Navê dayikê: Qemra

Navê bav: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Hesekê-Til Mecdel

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-15ˋê Kanûna 2024ˋan

Nasnav: Dijwar Kajîn

Nav û paşnav: Hîşam El Ferec

Navê dayikê: Besma

Navê bav: Feysel

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Ebû Qelqel-7ˋê Çileya 2025

Nasnav: Rustem Rojava

Nav û paşnav: Mecîd Osman

Navê dayikê: Qadiye

Navê bav: Quteybe

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn-17ˋê Çileya 2025

Nasnav: Eşqer

Nav û paşnav: Îsmaîl Muselêh Xelîl

Navê dayikê: Fuda

Navê bav: Muselêh

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor-Kîsra

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-herêma Ebû Xeşeb-16ˋê Çileya 2025ˋan."

(fr)