Dewleta Tirk kargeha hesin a Sirînê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker kargeha Hesin a bajarê Sirînê bombebaran kir.

Dewleta Tirk kargeha hesin a Sirînê bombebaran kir
20 ÇILE, 2025   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me ji herêmê bi dest xistine, di van kêliyan de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker li bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê kargeha hesin bombebaran kir.

Beriya çend kêliyan de jî dîsa jî balafirên şer ên dagirkeriya Tirk bajarê Sirînê û depoyên genim ên bajêr bombebaran kiribûn.

(fr)