Beşên ji şanoyên şanogerê Kurdistanî Bavê Teyar

Bavê Teyar di hunera Kurdî û Kurdistanî de bi taybet şanoya Kurdistanî gelek xebatên hunerî zêde kirin.

Beşên ji şanoyên şanogerê Kurdistanî Bavê Teyar
20 ÇILE, 2025   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Cuma Xelîl Îbrahîm ê bi Bavê Teyar tê nasîn, bi şanogerekî azad û hosteyê trajîkomediya Kurdî tê naskirin. Di huner û şanoyê Kurd û Kurdistanî de mîraseke mezin hîşt.

Bavê Teyar ji salên 1990ˋî heya destpêkirina çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi dehan şano û flîm bi derfetên xwe yên pir kêm amade kirin.

Di şanoyên Bavê Teyar de dozên diyaletîkî yên jiyana civakî, çandî, aborî û siyasî yên bi awayekî komîdî hatin vegotin. Di destpêka xebatên xwe yên şanogeriyê de bal kişand ser doza pirsgirêkê ya di malbat û civakî de; ew jî doza pirzewacî û bandorên wê yên neynî li ser civakê.

Bavê Teyar di şanoyên xwe de bal kişand ser jiyana gundan a li tevahî gundên Rojavayê Kurdistanê, têkiliyên xurt û komîdî yên di navbera şêniyan de, pêwîstiya rêzgirtina li hember hevdu, çawaniya hevkariya di navbera wan de. Her wiha behsa nakokiyên di navbera partiyên Kurd li herêmê de hatin kirin.

Bavê Teyar li dijî diyarderên ketine nava civaka Kurdî ya li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekinî, weke diyardeya zewaca jinan a bi Tirkan re.

Her wiha ji ber zextên rejîma Baasˋê li dijî Bavê Teyar û koma wî ya şanogeriyê, nikarî şanoyeên xwe li ser dikên şanoya Sûriyeyê pêşkêş bikin. Şano di çalakiyên neteweyî, navbera tax û gundewarên kantona Cizîrê de bi awayekî nepenî dihatin pêşkêşkirin. Lê ji ber zextên zêde yên hikumeta Baasˋê pirî caran neçar dibû ku hin guhertinan di nivîsên xwe de çêke.

Li kêlek şano û kurtefîlman, Bavê Teyar ji bo piştgiriya têkoşerên gelê Kurd û Kurdistanê beşdarî gelek kampanyayan bûbû.

Bavê Teyar bi rêya şanoyên xwe bal dikişand ser xem û êşên gelê Kurd û Kurdistanê. Piştî Şoreşa 19ˋê Tîrmeha 2012ˋyan di xizmeta şanogeriya Kurdî û Kurdistanî de xebitî. Di piranî xebatên xwe de girîngî da perwerdeya bi zimanê dayîkê, parastina maf, xurtkirina rêxistinbûyîna parastinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bandorên rejîmên dîktator.

Bavê Teyar di xebata xwe ya dawî de bal kişand ser girîngiya welat û parastina wê û got: "Qelenê azadiya welatiyan giran e û divê em ji wê yekê re amade bin."

Bavê Teyar di hunera Kurdî û Kurdistanî de bi taybet şanogeriya Kurdistanî de gelek xebatên hunerî zêde kirin.

Bavê Teyar di her tiştî de pêşeng bû; di kar û têkoşîna xwe de. Bavê Teyar îsrar kir ku tev li nobedarên li Bendava Tişrînê bibe. Ji ber wê di 17ˋê Çileyê de tevî karwana welatiyên kantona Cizîrê berê xwe dabû bendavê. Bavê Teyar gotibû: "Çûna li Bendava Tişrînê têkoşîneke nîştimanî ye."

Di 18ˋê Çileyê de balafirên dewleta Tirk a dagirker nobedarên li Bendava Tişrînê bombebaran kiribûn. Di encamê de 5 welatî şehîd bûn û 21 welatî di nav de Bavê Teyar birîndar bûbûn. Bavê Teyar rakirin nexweşxaneyeke Tebqayê, lê tevî hewldanên bijîşkî jî ew danê nîvro ya 19ˋê Çileyê gihîşt asta şehadetê.

Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) bavê girtiya li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker a bi navê Zelal e û birayê endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şehîd Ebas e.

(fr)

ANHA