Peyama gelê Wanê: Divê Rêber Apo azad bibe

Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li bajarê Wanê ya bakurê Kurdistanê ji qadê dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin û ji bo banga Rêber Abdullah Ocalan peyamên piştgiriyê hatin dayîn.

Peyama gelê Wanê: Divê Rêber Apo azad bibe
19 adar, 2025   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiya Newroza bajarê Wanê ya bakurê kurdistanê li ber Keleha Wanê hat lidarxistin. Bi coşeke mezin berdewam pêk hat. Di pîrozbahiyê de stranbêj Arhat û Rojda derketin ser dikê û coşa gel derxistin asta herî jor.

Siyasetmedar derketin ser dikê û peyamên girîng dan.

Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamentera Wanê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku Newroz têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e û wiha got: “Em vê Newrozê bi mizgîniyekê pîroz dikin. Me ev mizgînî ji Îmraliyê ji birêz Ocalan re anî. Di demeke ku tevahiya Rojhilata Navîn veguheriye qada şer de, birêz Ocalan rêyeke nû vekiriye. Îro ji Wanê heta Edîrneyê her kes li vê pêvajo xwedî derdikeve. Heta ev pêvajo bigihe aştiyê em dê li cem birêz Ocalan bin. Hezar silav ji Birêz Ocalan re.

Hişyariya sabotaj û provokasyonan

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî derket ser dikê û axivî. Hatimgoûllari bang li deh hezaran kesên li qadê kir û binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû şermezar kir.

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser banga Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Dema em vê dikin, wan li Stenbolê operasyon kir. Operasyona ewil li dijî Lihevkirina Bajar kirin. Anku li dijî HDKê kirin. Dibêjin ku Kurdên li Stenbolê dijîn nikarin tev li rêveberiya bajar bibin.

BANGA OCALAN BANGA RİZGARİYÊ YE

Em xwedî li banga birêz Ocalan derdikevin. Ev bang, banga aştiyê ya Kurd û Tirkan e. Silav ji Kawayan re, ji Mazlum Dogan, Denîz Gezmîş û Mahîr Çayanan re. Ev banga banga wergirtina mafên gelê Kurd e. Banga pêkvajiyana li ser zemîna hemwelatiya wekhev e. Banga kedkar û karkeran e. Banga vekirina qada azadiyê ya jinan e û banga ‘jin, jiyan, azadî’ ye. Divê herî zêde jin xwedî lê derkevin. Birêxistinkirina civaka demokratîk, peywira me jin û ciwanan e. Ev bang, banga rizgariya 85 milyon welatiyan e.

‘EM NÊZÎ STATU Û AZADİYA XWE NE’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî axivî û wiha got: “Gelê Kurd bi berxwedana xwe dîrokê dinivîse. Em şahidiya Newrozeke dîrokî dikin. Li vê qadê posterên birêz Ocalan hene lê em dixwazin ku birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin. Berxwedana gelê Kurd û têkoşîna birêz Ocalan dewreke nû dide destpêkirin. Gelê Kurd êdî zilmê qebûl nake û ev yek ragihand.

Bi banga Rêberê Gelê Kurd re êdî dewr bû dewrê gelê Kurd. Zalim û serdest dixwazin dîsa vê pêvajoyê têk bibin. Bila bizanin ku êdî ji tîr ji kevaneyê derketiye û kes nikare pêşî lê bigire. Dê hesabên wan têk biçin. Li vê meydanê binêrin, ma ev meydan qet paşve gavê diavêje? Divê bersiva banga Ocalan were dayin. Birêz Ocalan berpirsyartiyeke mezin li xwe girt lê berpirsyartiyeke mezin li ser milên gel jî ye. Em bihêvî ne. Em nêzî statu û azadiya xwe ne. Heke aştiyek bibe, zemîna vê statu ye. Em ji birêz Ocalan bihêvî ne. Dê azadî û aştiya vî welatî pêk bîne.”

Piştî axaftinan stranbêj Rojda derket ser dikê û bi hezaran welatî li ber stran û muzîkê coşand û pîrozbahî bi coşa di asta jor de bi dawî bû.