Qraltiya Kurdistanê; ezmûna ku ji ber parçebûna Kurdan dirêj nekir

Navê "Qraltiya Kurdistanê" di rûpelên dîroka hewldanên Kurdan ên ji bo avakirina hebûneke serbixwe de hatiye nivîsandin. Lê ji ber nebûna yekitiya Kurdan û parçebûna eşîrî û nakokiyên di navbera dagirkerên Brîtanî û Tirk de, wê zêde dewam nekir.

Qraltiya Kurdistanê; ezmûna ku ji ber parçebûna Kurdan dirêj nekir
Qraltiya Kurdistanê; ezmûna ku ji ber parçebûna Kurdan dirêj nekir
Qraltiya Kurdistanê; ezmûna ku ji ber parçebûna Kurdan dirêj nekir
Qraltiya Kurdistanê; ezmûna ku ji ber parçebûna Kurdan dirêj nekir
Qraltiya Kurdistanê; ezmûna ku ji ber parçebûna Kurdan dirêj nekir
23 gulan, 2026   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 107’emîn a damezirandina Qraltiya Kurdistanê ye, bi serokatiya Şêx Mehmûd Berzencî. Ew di 23’yê Gulana 1919’an de, li bajarê Silêmaniyê di kêliyeke girîng a dîroka herêmê de piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî û destpêka bandora Brîtanyayê li Iraq û Kurdistanê, hate ragihandin.

Şêx Mehmûd Berzencî wek yek ji rêberên herî navdar ên Kurd ên sedsala 20’an tê nasîn. Wî rêberiya tevgereke siyasî û leşkerî kir ku armanca wê avakirina rêveberiyeke serbixwe ya kurdî bû û ji valatiya siyasî û nakokiyên navneteweyî yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem sûd wergirt.

KEVIRÊ AZADIYÊ

Piştî hilweşîna Mîrektiya Baban bi 70 salan, Berzencî çend şer li dijî hêzên Brîtanyayê yên ku dixwest kontrola xwe li ser herêmê xurt bikin, kir. Cenga Tengava Baziyan yek ji van şerên herî berbiçav bû ku hêzên wî karîbûn kontrola derbasbûna stratejîk a di navbera Kerkûk û Silêmaniyê de bikin.

RAGIHANDINA ZIMANÊ KURDÎ WEK ZIMANEKÎ FERMÎ

Şoreşê karîbû xewna dewleteke kurdî li Silêmaniyê geş bike ku bû sedema avakirina hikumeteke kurdî û bilindkirina fermî ya ala wê di sala 1919’an de.

Ji destpêka hikumeta xwe ve, Şêx Mehmûd ji bo avakirina saziyên dewletê xebitî. Wî kurdî wek zimanê fermî di daîreyên hikumetê de ragihand û rêveberiyeke sivîl û artêşeke bi navê "Artêşa Neteweyî ya Kurd" ava kir.

Di vê serdemê de gelek rojnameyên bi zimanê kurdî hatin weşandin, gavek ku wekî destpêka xurtkirina nasnameya kurdî di nav saziyên îdarî de tê hesibandin.

DI NAVBERA SIRGÛN, VEGER Û RAGIHANDINA QRALTIYÊ DE

Piştî berfirehbûna şoreşa kurdî, rayedarên Brîtanyayê piştî operasyoneke leşkerî ku tê de şerên di navbera her du aliyan de rû dan, Şêx Mehmûd girt. Ew ji bo Bexdayê hate veguhastin, li wir cezayê darvekirinê lê hate birîn, paşê cezayê wî hat guhertin û bo Hindistanê hat sirgunkirin ku li wir ji 2 salan zêdetir ma.

Lê vegera wî ya Silêmaniyê di sala 1922’yan de tevgera neteweperwer a kurdî ji nû ve geş kir, ew bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin. Piştî ku brîtaniyan sozên xwe yên dayîna hikumeteke serbixwe ji Kurdan re paşguh kir, wî xwe wek qralê Kurdistanê ragihand.

HEWLDANÊN YEKKIRINA KURDAN

Tevî hewldanên wî yên berdewam ji bo yekkirina Kurdan û bangên wî ji bo serokên eşîran ku li dijî dagirkeriyê rawestin, gelek hêzên eşîran bersiv neda bangên wî ku vê yekê hewldanên Kurdan ên avakirina rêveberiyeke serbixwe qels kir.

Di sala 1923’yan de hêzên Brîtanyayê li dijî Silêmaniyê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh kir û Şêx Mehmûd neçar kirin ku di Tîrmeha 1924’an de vekişe deverên Şarbajêr û Pişdar, li wir heta sala 1927’an berxwedana xwe li dijî hêzên Iraqê û Brîtanyayê domand.

Di vê demê de, Silêmanî rastî bombebarana hewayî ya dijwar hat ku zirareke mezin da bajar û deverên derdora wê.

Di 9’ê Cotmeha 1956’an de Şêx Mehmûd Berzencî li Bexdayê di 76 saliya xwe de koça dawîn kir. Cenazeyê wî bo Silêmaniyê hat veguhastin, li wir merasîmeke mezin a cenaze hat lidarxistin û li bajarê xwe yê jidayikbûnê hat veşartin, bi vî awayî ew yek ji kesayetên dîrokî yên herî berbiçav di bîra neteweyî ya Kurd de ma.

Îro li Rojava, xuya ye ku dîrok xwe dubare dike; destkeftiyên Kurdan bi gefên berdewam re rû bi rû ne, tevî hewldanên berdewam ên ji bo yekkirina hêz û partiyên siyasî yên Kurd. Lê berjewendiyên partiyan û dabeşbûnên navxweyî hîn jî astengiyeke li pêşiya yekitiya siyasî ya rastîn a Kurdan e ku bandoreke neyînî li ser siberoja van destkeftiyan dike.

(k)

ANHA