Li Hemayê di gulebaranê de kesek hat kuştin

Li gundewarên Hemayê di encama gulebaranê de kesek hat kuştin û hevjîna wî bi giranî birîndar bû.

Li Hemayê di gulebaranê de kesek hat kuştin
23 gulan, 2026   09:07
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li rojhilatê bajarokê Soranê yê bakurê parêzgeha Hemayê çekdarên nenas gule li kesekî bi navê Mistefa Abdullah El Hermûş û hevjîna wî reşandin. Di encamê de Mistefa di cih de hat kuştin û hevjîna wî bi giranî birînar bû. Birîndar tavilê rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî çavkaniyên xwecih, Mistefa gardiyanekî zeviyekî çandiniyê bû.

Sedema êrişê û kesên li pey wê hîna nehatin naskirin.

(bb)