vegera Şengalê berdewame

Îro ji komelgeha Şarya ya ser bi Dihokê 130 malbatên Êzidî yên li dervey kampan vegeriyan Şengalê.

vegera Şengalê berdewame
27 hezîran 2024   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor zanyariyan, îro ji komelgeha Şarya ya ser bi Dihokê, 130 malbatên Êzidî yên li dervey kampan vegeriyan Şengalê.

Hat gotin ku ji bo vegera van malbatan çend rêxistinek alîkarî kirine û ji bo her malbatek vedigere 1850 dolar alîkarî didinê.

Beriya niha jî Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ragihandibû ku heta dawiya meha Hezîranê wê tevayî kampên koçberan ên li sinorê parêzgeha Silêmaniyê werin girtin. Her wiha heta dawiya meha Tîrmehê jî wê tevayî kampên koçberan ên li Herêma Kurdistan û Iraqê bêne girtin.