HPG: Di çalakiyên gerilayan de 8 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de yên ‘silavkirina roja fedaîtiyê’ de herî kêm 8 dagirker hatin cezakirin.

HPG: Di çalakiyên gerilayan de 8 leşkerên dagirker hatin cezakirin
27 hezîran 2024   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di derbarê êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên dijî dagirkerên Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Lİ HERÊMA METÎNAYÊ

24’ê Hezîranê saet di 10:30’î de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

25’ê Hezîranê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 2 kon hatin îmhakirin.

25’ê Hezîranê saet di 17:30’î de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

26’ê Hezîranê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

26’ê Hezîranê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî li çeperek, konek û kozikeke BKC hate xistin ku dagirker tê de bûn. Di encama çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek û çeka nîv otomatîk a BKC hatin îmhakirin.

26’ê Hezîranê saet di 16:30’î de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

26’ê Hezîranê saet di 17:30’î de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

Lİ HERÊMA ŞEHÎD DELÎL A ROJAVAYÊ ZAPÊ

25’ê Hezîranê saet di 09:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkerekî hate xistin ku dixwes kameraya mobesse bi cih bike, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

25’ê Hezîranê saet di 13:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê projektoreke dagirkeran hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

25’ê Hezîranê saet di 13:45, 16:25 û 19:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

26’ê Hezîranê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

26’ê Hezîranê saet di 12:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate îmhakirin.

 26’ê Hezîranê saet di 15:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

26’ê Hezîranê saeta di 19:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hat xistin, derb li çeperekê hate xistin.

26’ê Hezîranê saet di 23:05’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate îmhakirin.

26’ê Hezîranê saet di 05:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

25 û 26’ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

ÊRİŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TİRK A DAGİRKER

25 û 26’ê Hezîranê li herêma Xakurkê qadên Kendekola, Goşînê, Girê Rostî, Berbizinê, Şehîd Şerîf, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê, li hreêma Garê qadên Xêrê, Sêdarê, Girê Zengilê, Zêvkê, Girê 5 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bazê, Bêşîlî, Serê Metîna 5 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran; bi giştî 21 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”