PJAK’ê 4’ê Nîsanê û damezirandina xwe pîroz kir

Gerîlayên PJAK’ê li çiyayên azad salvegera 21’an a damezirandina partiya xwe û 4’ê Nîsanê bi merasîmekê pîroz kirin.

PJAK’ê 4’ê Nîsanê û damezirandina xwe pîroz kir
1 nîsan, 2025   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê salvegera 21’an a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) a 4’ê Nîsanê ku hatiye avakirin û hemwextî wê Rojbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê li çiyayên azad bi marasîmeke taybet pîroz kirin.

Di merasîmê de li gel wêneyên Rêber Apo û şehîdan pankartên berxwedan û dilsoziya bi şehîdan re hatin hildan.

Di merasîmê de Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan axivî. Peyman salvegera PJAK’ê û Rojbûna Rêber Apo di serî de li Rêber Apo, gerîlayan, malbatên şehîdan, gelê Rojhilatê Kurdistanê welatparêz, jinan û ciwanan, berxwedêrên zindanan, berxwedêrên li kolanan pîroz kir.

Viyan destnîşan kir ku ji bo li dijî komployê bibin bersiv û bersivek xurt bidin dijminan Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ava kir û got: “20 sale têkoşîn dikin û hemû gerîlayên di vê rêyê de şehîd bûne bibîr tînin. Bi taybet şehîdê yekem Şehîd Newzad heta şehîdê dawî Ebdulrehman Hacî Ehmed hemû şehîdan bibîr tînin.”

Her wiha di merasîmê de pêşangeheke ya wêneyan hate nîşandan û derbarê vê Viyan Peyman got: “Şoreş dikare bi hûnerê xwe bibe çandek û di dilê gel de xwe bicih bike. Rêber Apo jiyanek nû ji bo me afirand. Em azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo ve dibînin. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê li hemû qadan xurt bikin. Ji ber ku em di kesayetiya Rêber Apo de xwe dibînin. Bi wî bûne xwedî vîn û rêxistin.”

Viyan Peyman anî ziman ku PJAK ked û têkoşîna hezaran şehîdane û got: “PJAK tenê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê partiyek nîne. Rê û rêbazeke nû ya têkoşîn, hizir û felsefeyeke nû ye. Çavkaniya vê jî ji raman û felsefeya Rêber Apo digire. Ji bo jidayîkbûna Rêber Apo hemwext dayîkbûna PJAK’ê ye. PJAK partiya şehîdane. Ji ber ku bi saya hezaran şehîdan PJAK gihişt roja îro.”

Hevseroka PJAK’ê bal kişand ser pîrozbahiyên Newroza îsal û wiha pêde çû: “Ew ruhê li Newroz îsal derket, berxwedan, xweragirî, hevrebûna dayîkan, jinan, ciwanan û hemû pêkhateyên civakî xwe da der. Newroz kirin Newroza gelan. Divê gelê me li 4’ê Nîsanê heman rengî ji bo welateke keskahî û ekolojîk jidayîkbûna Rêber Apo û PJAK’ê prîzo bikin.”

Piştre gerîlayan helbest û stranên şoreşgerî gotin û dar çandin û li ber strangan govend gerandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye 4’ê Nîsana 2004’an Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate damezirandin.