Dewleta Tirk derdora Metîna bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Metîna bombebaran kirin.

Dewleta Tirk derdora Metîna bombebaran kir
1 nîsan, 2025   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêkxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman bi peyamekê ragihand, balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk a dagirker îro di saet 16:15’an de Çiyayê Metîna yê gundê Belave yê navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Di peyamê de hate gotin ku di bombebaranan de şehîd û birîndar tune ne, lê bombebaran bû sedema tirs û fikarên welatiyên gund û geştiyarên bi armanca geştê çûne deverê.