Çeteyên Tirkiyê gorên şehîdan li Minbicê wêran kirin

Mezargeha Şehîdan a bajarê Minbicê ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hate wêrnkirin.

Çeteyên Tirkiyê gorên şehîdan li Minbicê wêran kirin
2 nîsan, 2025   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên şehîdan ên bajarê Minbicê di sibeha Cejna Remezanê de dema ku çûn serdana gorên zarokên xwe yên şehîd, dîtin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gorên şehîdan şikandine û wêran kirine, ev yek di nava şêniyan de bû sedema herseke mezin.

Malper û rûpelên li ser torên civakî bi dehan wêne û vîdyo belav kirin ku wêrankirina nîşan didin, weke çawa çeteyên dewleta Tirk a dagirker li mezarên şehîdan li bajarên din ên ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, kirin.e

Malbatên şehîdan dan zanîn ku xerakirina goran binpêkirina pîroziya şehîdan e û hewldana ji holê rakirina sembolên têkoşîn û fedakariyê ye.