Piştî salên ziwahiyê li herêma Aliyan kanî der bûn û ava çeman zêde bû

Îsal li herêma Cizîrê ji ber barana zêde, piştî çend salên hişkî û ziwahiyê, çavkaniyên avê zêde bûn. Li herêma Aliyan a li bakurê bajarê Çiaxa, çend kanî û çavî dîsa derbûn û asta avê li bendavên Zexîrê û Çilaxayê bilind bûye.

Piştî salên ziwahiyê li herêma Aliyan kanî der bûn û ava çeman zêde bû
Piştî salên ziwahiyê li herêma Aliyan kanî der bûn û ava çeman zêde bû
Piştî salên ziwahiyê li herêma Aliyan kanî der bûn û ava çeman zêde bû
Piştî salên ziwahiyê li herêma Aliyan kanî der bûn û ava çeman zêde bû
Piştî salên ziwahiyê li herêma Aliyan kanî der bûn û ava çeman zêde bû
Piştî salên ziwahiyê li herêma Aliyan kanî der bûn û ava çeman zêde bû
Piştî salên ziwahiyê li herêma Aliyan kanî der bûn û ava çeman zêde bû
23 adar, 2026   04:05
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Herêma Cizîrê îsal rêjeyên baranê yên bilind dîtine û piştî çend salên hişkesaliyê, çavkaniyên avê ji nû ve derbûne. Gelek kanî û bîrên xwezayî dîsa dest bi herikînê kiriye û asta avê di bendav û çeman de bilind bûye.

Li herêma Cizîrê, piştî çend salên hişkahiyê, îsal baraneke zêde bariya, di encamê de gelek kanî û çaviyên ku ziwa bûbûn dîsa derbûn.

Herêma Aliyan a li bakurê Çilaxayê bi kaniyên xwezayî dewlemend e, li wir gelek kaniyên sereke hene ku çavkaniyeke girîng a avê ne. Di nav van kaniyan de yên herî berbiçav ên li gundên Lodika, Qastepan û Bakirwanê ne ku ava wan jêdera çemê Kêşikê ye. Her wiha Çemê Girê Dêra û Kaniya Raş a li Gundikê Teyib jî hene.

Ev kanî û çem berî ku bikevin bendavên Çilaxa û Zexîrê, di geliyên herêmê re diherikin.

Bendava Çilaxayê yek ji projeyên avê yên herî girîng ên herêmê ye. Bendav di sala 1974’an de hatiye avakirin. Depoya li pişt bendavê bi qasî du kîlometreyan dirêj e, lê bendav bi xwe 700 metre dirêj û kapasîteya avê ya herî zêde bi qasî 10 mîlyon metrekab e.

Ji bilî bendava Çilaxayê, Bendava Zexîrê jî herêmê heye û çavkaniyek girîng a avê ye. Bendav di sala 1978`an de ji bo berhevkirina ava baranê û her wiha ava ji kaniyên gundê Batirzanê, Çemê Girê Dêra û ava baranê ya ji geliyê gundê Helêq ber bi Girê Dêra ve diherike, hatiye avakirin.

Şênî û cotkarên herêmê hêvî dikin ku ev pirbûna avê di demsala niha de jî berdewam bike, bi taybet piştî salên hişkesaliyê ku bandoreke giran li ser çandiniyê û çavkaniyên avê kir.

Derbûna kaniyan û bilindbûna asta avê ya her du bendavan nîşan dide ku rewşa avê li herêma Cizîrê hinekî baştir bûye ku dê di dema pêş bibe sedema başbûna çandiniyê.

(k)

ANHA