‘Doza me yek e, divê em yekitiya xwe çêkin’

Çalakvan Stêr Qasim bang li tevahiya jinan kir ku bibin yek û got “Doza me yek e.”

‘Doza me yek e, divê em yekitiya xwe çêkin’
23 adar, 2026   05:35
QAMIŞLO
SILAVA ABDUREHMAN

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim li ser girîngiya mafên jinan di destûra Sûriyeyê de werin garantîkirin axivî û bang li jinan kir ku yekitiya xwe çêkin. 

Stêr Qasim di destpêka axaftina xwe de got: “Divê jin cihê xwe di navendên biryarê, meclisên zagonsaz û hemû projeyên aborî de bigirin. Sûriyeyê ava bikin û aboriya welat xurt bikin."

Stêr wiha pê de çû: “Heke bendên destûrê pêk werin divê dadgeh hebe. Bi riya dadgehê rêgezên pêkanîna bendên destûr werin parastin. Divê di destûrê Sûriyeyê yê nû de ev parastin hebe, qanûnên destûrê Sûriyeyê tenê li ser kaxezê nemînin û pêk werin. Pêkanîna qanûnên destûr jî were çavdêrîkirin.”

Stêrê bal kişand ser nûnertiya jinan di nivîsandina destûra Sûriyeyê de û wiha got: “Jin li gorî dîroka têkoşîn û fedakariyên wê di şoreşa Sûriyeyê de cihê xwe di nivîsandina destûrê Sûriyeyê de bigire. Girînge ku bi edalet rêjeya nûnerên jin di nivîsandina destûrê Sûriyeyê de were diyar kirin. Kota were dayîn, li ser bingehên civakî, etnîkî û olî mafên hemû kategoriyên civakê werin garantî kirin. Mafên jin werin garantî kirin, li gorî hejmara jinan rêjeya tevlîbûna wan diyar bibe û di qada siyasî de ji hemû aliyan ve bixebitin."

Têkildarî destûra hikumeta demkî ku 2025`an hat derxistin, Stêr Qasim got: “Di hemû bendên destûrê de behsa mafên jin nekirine û ne nivîsandine. Her wiha Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di siyaset û biryarên xwe de cûdahî dixê navbera jin û mêr de. Li gelek herêman jî destdirêjî li jinan dikin û kesek hesab naxwazê. Ev yek felaket e.”

Stêr Qasim gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Li Sûriyeyê ev 14 sal e jin tê dikoşin. Di şer, koçberî, zor û zehmetiyan de li ber xwe dan. Divê li gorî dîroka têkoşîn û berxwedana jinan mafên wan werin dayîn. Jin bê navber ji bo mafên xwe dixebitin. Sûriyeyê û bi taybet jin di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Em bi hêvî ne ku jin neyên paşguh kirin û bang li giştî jinên Sûriyeyê dikin ku yekitiya xwe çêbikin. Doza me yek e, demokrasî bi doza jinê ve girêdayî ye. Dewlet an jî destûrên ku mafên jinan tê de nehatine garantîkirin, nabe ku demokratîk were hesibandin.”

(np)

ANHA