Netanyahu û Trump şerê Xeza û bernameya nukleerî ya Îranê nîqaş kirin

Serkê Amerîkayê û serokwezîrê Îsraîlê bi rêya telefonê li ser şerê li Xezayê û siberoja bernameya nukleerî ya Îranê axivîn.

Netanyahu û Trump şerê Xeza û bernameya nukleerî ya Îranê nîqaş kirin
22 gulan, 2025   22:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku îro, Benjamin Netanyahu û serokê Amerîkayê Donald Trump peywendiyek danîn.

Di daxuyaniya nivîsgehê de hat gotin her duyan şerê li ser Xezayê nîqaş kirin, û serok Trump piştgirî da armancên serokwezîr Netanyahu yên berdana hemû dîlan, têkbirina Hemasê û xurtkirina plana Trump.

Di daxuyaniyê de her du aliyan li hev kir ku pêwîst e Îran nebe xwediyê çekên nukleerî.

Di heman çarçoveyê de Koşka Spî jî diayr kir ku Trump û Netanyahu pêkanîna lihevkirineke muhtemel bi Îranê re nîqaş kirin û da zanîn ku dibe ku lihevkirina bi Îranê re bi awayekî erênî û dîplomatîk an jî bi awayekî xirab ji bo Îranê, bi dawî bibe.

 (fr)