Piştî diyarkirina ‘roja komînan’ xebatên komînan geştir bûne

Endam û hevserokên komînan diyar kir ku biryara Meclisa Demokratîk a Gelan a têkildarî diyarkirina rojên şemiyê ji bo xebatên komînan, xebatên wan geş kirine û got “Roja komînan rihê xebata komînal vegerand û civakê li ser esasê demokasiyê bi rêxistin dike.”

26 tîrmeh, 2025   05:06
QAMIŞLO

Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 28`ê Hezîrana îsal têkildarî xebatên komîn û meclisan civînek li dar xistibû û biryarek dabû. Di biryarê de roja şemiyê hat destnîşankirin û hate gotin divê xebatên komîn û meclisan ji nû ve werin nirxandin û ji bo sîstema civakî baş pêk were xebateke berfirehtir bê meşandin. Di vê çarçoveyê de endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser her roja şemiyê li komînên taxên xwe dixebitin û komîn ji nû ve tên sererastkirin. 

Komîn şaneya herî biçûk a birêxistinkirina civakê û bingeha avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Komîn jiyana rojane ya şêniyan bi rêxistin dike, di heman demê de xizmetan pêşkêş dike û pirsgirêkên wan bi lez çareser dike.

Der barê mijarê de endamên komînan diyar kirina ku biryara destnîşankirina "Roja Komînan" careke din rih da komînan û hişt ku komîn çalakî û bi bandor bibe.

Hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya Kantona Cizîrê ya Kantona Cizîrê Rîhan Omer diyar kir ku armanca ku endamên saziyên Rêveberiya Xweser her roja şemiyê li komînan bixebitin, ew e ku ku xebata komînan aktîftir bibe û got: "Bi rêya vê sîstemê têkiliya rasterast a bi şêniyan re xurtir dibe. Li pêdiviyên wan ên rojane tên guhdarkirin, her wiha komîteyên xizmetan, parastin û çandê tên birêxistinkirin û çalakkirin."

Rîhan Omer bi bîr xist ku di rojên dawîn de tevgereke mezin a aktîfkirina kartên sotemeniyê hebû, di heman demê de komîteyên taybet jî hatin avakirin û got, ev komîte dê serdana şêniyan bikin, li pirsgirêkên wan ên xizmet û debarê guhdarî bike û ji bo çareserkirinê jî bi aliyên eleqedar re parve bike.

Rîhanê diyar kir ku tevkariya di navbera komîn û Rêveberiya Xweser û şêniyan de kilîta avakirina pergeleke komînal e ku daxwazên şêniyan bi cih tîne.

LI TIRBESPIYÊ XEBATÊN KOMÎNAN

Li bajarê Tirbespiyê jî di çarçoveya xebatên komîna de gavên rêxistinî, çandî û xizmetguzarî hatin avêtin.

Li Komîna Şehîd Yûsif komîteyên xizmetguzarî, parastin û çandê hatin avakirin. Mazota ji bo germkirina bi awayekî adilane li şêniyan hatin belavkirin, her wiha rewşa malbatên ku belgeyên wan nin in hate nîqaşkirin da ku ew ji alîkarî û xizmetan bêpar nemînin.

Endamên Komîna Şehîd Şukrî ya bajarokê Maşûqê jî serdana nexweş û malbatên şehîdan kir, ji bo pêşxistina xebatên komîteyên çandê û paqijiyê jî bi şaredariya gel re nîqaş hatin kirin. Her wiha bernameyeke perwerdeyê ya çandê ji bo her roja şemiyê hate danîn.

Li Komîna Şehîd Lewend a bajarê Tirbespiyê jî rêziknameya komînan tê xwendin, komîteyên nû ji bo bicihanîna encamên serdanên şêniyan hatin avakirin. Endamên Komîna Şehîd Kazim Mehmûd jî biryar da ku naveneke nû ava bikin ku têra civîn û perwerdeyê bike.

LI ÇILAXA 51 KOMÎN

51 komînên bajarê Çilaxa jî komîteyên ewlehî, parastin, tenduristî, perwerde û xizmetan hatin aktîfkirin. Di roja komînan de jî mamosteyên di komîteyên perwerdeyê de parêznameya "Sosyolojiya Azadiyê" ya Rêber Abdullah Ocalan dixwînin. Bi hevkariya Şaredariya Gel jî pêngavên paqijkirinê tên birêxistinkirin. Her wiha der barê sererastkirina rêyan, çandina daran û kooperatîfan de jî proje tên pêşniyarkirin.

Endama Komîna gundê Zixêra Fatima Silêman diyar kir ku biryara Meclisa Demokratîk a Gelan jiyana komînal bi awayekî şênber ji nû ve bi rêxistin kir û got: "Roja komînan rihê xebata komî vegerand, civakê li ser esasê demokasiyê bi rêxistsin dike. Komîn bingeha avakirina civakekê ku wekheviya di maf û erkan de bi cih tîne.”

Hevserokê Komîna Şehîd Sozdar, Ebdulxenî El Omerî anî ziman ku piştî biryara Meclisa Demokratîk a Gelan ew hîs dikin ku di pêvajoyeke nû de ne û got: "Komîn aktîf û bibandortir bûne. Şênî êdî ji komînan bawer in ku gaveke bingehîn a ber bi avakirina civaka rêxistinkirî û hevgirtî ye."

(bb)

ANHA 

ÇIL AXA

AMÛDÊ

TIRBSPIYÊ