Şêniyên Kobanê: Em dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin

Şêniyên bajarê Kobanê diyar kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got “Dîtina wî hesreta me ye.”

Şêniyên Kobanê: Em dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin
26 tîrmeh, 2025   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ku destpêka Hezîranê ji aliyê Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ve hatiye destpêkirin, didome. Der barê wê de, şêniyên bajarê Kobanê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Roniya Bozan wiha got: “Ew pêngava ku hatiye destpêkirin, wek şêniyên bajarê Kobanê dixwazin tev lê bibin. Daxwaza me ya bingehîn dîtina Rêber Apo ye û êdî em wî di nava xwe de bi fîzîkî bibînin.”

‘HÊVIYA ME DÎTINA RÊBER APO YE’

Roniyayê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sal e di girtîgehê de ye û wiha axaftina xwe domand: "Em dixwazin êdî rêberê xwe bi fîzîkî di nava xwe de bibînin. Em li benda wê rojê ne ku Rêber Abdullah Ocalan fizîkî azad bibe. Hêviya me dîtina Rêber Apo ye ku em di demeke nêzîk de di nava xwe de bibînin.”

‘EM DIXWAZIN BI RÊBER APO RE HEVDÎTINÊ BIKIN’

Xelîl Mihemed destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkên heyî ye û ev tişt anî ziman: "Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye. Em dixwazin rêberê me bi fîzîkî azad bibe. Pêngava navneteweyî ya bi dirûşma ‛Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim‛ em jî wek şêniyên Kobanê tev lê dibin û dixwazin rêberê xwe di nava xwe de bibînin."

Mihemed da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan sembol, hebûn û nasnameya wan e û êdî ew hebûn û nasnameya xwe dixwazin û got: "Dîtina Rêber Abdullah Ocalan hesreteke di dilê me de ye."

Rîkar Berdirxan jî got ku çawa Rêber Abdullah Ocalan jin û hemû kes ji bindestiyê derxistin, ew ê jî tê bikoşin ji bo azadiya wî ya fizîkî û wiha axaftina xwe domand: "Em dixwazin rêberê xwe di nava xwe de bibînin, ew jiyana me ronî dike. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo tê bikoşin, heta ku em bi fîzîkî di nava xwe de dibînin.”

ANHA