‘Veger hêviyek e ku em her roja xewna wê dibînin’

Jinên koçber ên ji Efrînê yên li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê dimînin, daxwaza dabînkirina vegera ewle li warên xwe, bidawîkirina dagirkeriyê û derxistina çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê kir.

‘Veger hêviyek e ku em her roja xewna wê dibînin’
26 tîrmeh, 2025   07:50
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 2018ˊan de bi hezaran xelkê Efrînê koçberî Şehbayê bûn. Lê ji ber berdewama êrişan şênî careke din ber bi deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve koçber bûn, di nav de jî bajarê Dêrikê. Li Dêrikê nêzî 300 malbatên koçber hene.

Yek ji koçberan Nesrîn Şeibo got: "Ji çend salan ve em ji civata navneteweyî daxwaza mafê xwe yên vegera ewle li bajarê xwe yê Efrînê dikin, lê me tu bersivek heta niha nedîtiye. Me ji hikumeta veguhêz jî daxwaza vê yekê kir, lê dîsa jî bê bersiv maye."

Di berdewama axaftina xwe de Nesrînê ev tişt anî ziman: "Windakirina Efrînê êdî êşeke giran di laşê me de ye. Efrîn parçeyek ji ruhê me ye. Heta kengî em ê di hundirê welatê xwe de koçber bimînin."

Nesrînê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo şopandina şert û mercên li herêmên dagirkirî, bi taybet rewşên têkildarî peydakirina dermanan ji nexweşan re û şîr ji zarokan re serdana wan herêman bikin û diyar kir ku "Ji hêla hikumeta veguhêz û rêxistinên navneteweyî ve em di xeleka jibîrkirin û paşguhkirinê de ne."

Sureya Hebeş jî Efrîn bi "bûka Kurdistanê" wesif kir û got: "Tiştek nikare şûna Efrînê dagire; der barê xweşikbûna xwezaya wê, darên wê yên zeytûnan de. Tiştekî tenê dixwazim ku vegerim mala xwe û jiyana mayî bi rûmet li wir derbas bikim."

Sureya bi dengekî xemgîniyê lê girtiye ev tişt anî ziman: "Tiştê me di koçberiyê de jiyaye nayê jibîrkirin. Me kuştinû, revandin û pergendebûyîn bi rûyê tevî krêt dît. Me heta kabûsên tevî krêt li cîhanê çêj kirin û dîtin."

Di dawiyê de Sureya got divê hikumeta veguhêz ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan tev bigere. Sureya daxwaz kir ku piştî bidawîkirina dagirkeriyê û derxistina çeteyên dewleta Tirk a dagirker divê demildest tevahî şênî vegerên warên xwe.

(fr)

ANHA