Rêveberiya Xweser Cejna Qurbanê pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Qurbanê pîroz kir û peyamek da û got: "Em bi hêvî ne Cejna Qurbanê dubare be û aştî bi pêkanîna çareseriya demokratîk ku gelê Sûriyeyê li benda wê ye misoger be."

Rêveberiya Xweser Cejna Qurbanê pîroz kir
15 hezîran 2024   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Cejna Qurbanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyamek da û cejn li cîhanê îslamê pîroz kir.

Di peyamê de bang li gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê hat kirin ku li kêlek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bisekinin û destkeftiyên rûbirûyî gefan in biparêzin.

Di peyamê de ev hate gotin:

"Bi boneya Cejna Qurbanê ya pîroz em cîhanê îslamê bi giştî, gelê Sûriyeyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet pîroz dikin. Em vê cejnê li malbatên xwe yên şehîdan, dîlgirtiyan, birîndarên şer ku di oxira em bi ewle û îstîqrariyê bijîn de canê xwe da, pîroz dikin. Her wiha em li hêzên xwe QSDˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz dikin. Em bi hêvî aştî li welatê me misoger be û xelkê me di ewlehî û îstîqrarî de bijî.

Em bi hêvî ne Cejna Qurbanê dubare be û aştî bi pêkanîna çareseriya demokratîk re ku gelê Sûriyeyê li bendê ye, misoger be. Her wiha em bi hêvî ne krîza Sûriyeyê li gorî rêveçûna dan û standina siyasî û biryara 2254ˊan çareser be. Em bang li gelê xwe bi tavahî pêkhateyên wê dikin ku li kêlek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li dijî tevahî gelên li ser destkeftiyan bisekinin, hewldanên li dijî ewlehî û îstîqrarê têk bibin. Em rêveberiya xwe ku êdî bûye nimûneya çareserî û modela demokrasiyê ji bo tevahî krîzên li herêmê di serî de krîza Sûriyeyê, bi pêş bixin."

(fr)