'Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê' bernameya propagandaya hilbijartinê aşkera kir

ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên 11ˊê Hezîranê dibe bernameya xwe ya propagandaya hilbijartinê aşkera kir.

'Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê' bernameya propagandaya hilbijartinê aşkera kir
'Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê' bernameya propagandaya hilbijartinê aşkera kir
'Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê' bernameya propagandaya hilbijartinê aşkera kir
'Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê' bernameya propagandaya hilbijartinê aşkera kir
23 gulan, 2024   17:09
QAMIŞLO

ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ ku ji 22 partî û rêxistinan pêk tê, civîneke rêxistinî li bajarê Qamişlo li dar xist. Di civînê de bernameya propagandeya xwe ya hilbijartinan nîqaş kir.

Tifaqê bernameya xwe ya li Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs, Til Koçer, Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê û bajarokên din diyar kir.

Li gorî bernameya wan, dê propagandaya hilbijartinê di 26'ê vê mehê de bi çalakiyeke navendî li Parka Azadî ya Qamişlo saet di 17:00'an de dest pê bike. Di çalakiyê de dê peyam bên xwendin, bernameya tifaqê bê aşkerakirin, namzet bên nasandin û berhemên hunerî bên pêşkêşkirin.

Her wiha bajar û bajarok jî bi logoya tifaqê û wêneyên namzetan bên xemilandin û şahiyên din li bajar û bajarokên din bên lidarxistin.

Li kêleka wê, di bernameyê de dê civînên girseyî li bajar û taxan bên lidarxistin û serdan ji bo komînan û rûspiyên eşîran bên pêkanîn.

(mh)

ANHA