8`mîn çalakiya li Gemlîkê: Meşa Azadiyê

Gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji sala 2005`an ve li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê tevî êriş, zext, astengî û girtinê jî çalakiyan li dar dixin. Ji bo Meşa Azadiyê ya îsal re parlamenterê HEDEP`ê Vezîr Coşkun Parlak anî ziman ku ji her demê zêdetir tevlêbûna gel heye.   

8`mîn çalakiya li Gemlîkê: Meşa Azadiyê
17 mijdar, 2023   05:38
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Ji sala 2005`an heta niha gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û ser daxwaza azadiya fizîkî li navçeya Gemlîkê ya bajarê Bûrsayê yê Tirkiyeyê çalakiyên meş, daxuyanî û rûniştinê pêk tîne. Di navbera navçeya Gemlîkê û girava Îmraliyê de ku ev 24 sal e Rêber Abdullah Ocalan tê de dîl hatiye girtin, 54 km heye. Li vê navçeye ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gel bi konvoyan kom dibe. Ev çalakî bêîstîsna her tim rastî êrişên dewleta Tirk hatine, lê nehatine rawestandin. 

Îsal di 18`ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ev 3 sal e tu agahî jê nayên wergirtin, gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji 6 baskan wê bi navê “Meşa Azadiyê” ber bi navçeya Gemlîkê ve bimeşe.

Ji 2005`an heta niha çalakiyên Gemlîkê yên ji bo azadiya fizîkî û rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, me kom kirin.

YEKEMÎN MEŞ

Yekemîn meşa Gemlîkê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 4’ê Îlona 2005’an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Hevgirtina Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) hate lidarxistin. Bajarê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wekî Amed, Sêrt, Edene, Mersîn, Mereş, Riha, Dîlok, Semsûr, Antalya, Enqere, Bûrsa, Eskişehir, Hatay, Mêrdîn, Wan, Qers, Îdir, Erdexan û Agirî zêdetirî 5 hezar erebe, li navçeya Înegol a Bûrsayê yê jî bi hezaran erebeyên ji bajarên Çanakkale ve Balikesirê hatibûn, ji aliyê polîs û leşkerên dewleta Tirk ve hatin astengkirin. Leşker û polîsên dewleta Tirk li navçeya Înegol a Bûrsayê rê li ber gel girt, li dijî van êrişan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Girseya gel rastî êrişan hat û di encama êrişan de gelek kes birîndar bûn.

LI DIJÎ HINCETÊN ASTENGIYA HEVDÎTINAN BER BI GEMLÎKÊ VE

Di 9’ê Cotmeha 2011’an de, di 13’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, bi pêşengiya TUHAD-FED’ê “Meşên Gemlîkê” ya duyemîn dest pê kir. Di wê demê de 80 roj ji Rêber Abdullah Ocalan tu agahî nedihatin wergirtin ku bi hinceta “rewşa hewa ne guncaw e, keştî xirabe ye” hevdîtin dihatin astengkirin. Ew meş bi dirûşma “Ji bo Ocalan azadî” dest pê kir. Ji 5 baskan ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan otobus û wesayîtên taybet bi rê ketin û bi hezaran kes tev li meşê bûn. Dîsa girseya gel ji aliyê hêzên dewleta Tirk a dagirker ve hatin astengkirin.

Beriya meşê dewleta Tirk bi navê “Operasyonên KCK’ê” êriş birin ser malên parlamenter, xebatkarên BDP`ê û bi sedan kes destgîr kirin. Heman demê ji bo meş bên astengkirin jî tezkereya şer birin meclisa Tirkiyeyê û dest bi amadekariyên şer kirin. Lê bi dehan bajaran meş hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kes rastî êrişên dewleta Tirk hatin û hatin destgîrkirin.

ÇALAKIYÊN JINAN Û PARÊZERAN LI GEMLÎKÊ

Di sala 2012’an de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad a Şoreşger (DOKH) û di çarçoveya “Ji bo Ocalan azadî, dawî li qirkirina siyasî bînin” de jinan li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê çalakiya rûniştinê li dar xist.

Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD), di 27'ê Tîrmeha 2015'an de, di salvegera roja astengkirina hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan de nêzî 200 parêzer çûn Gemlîkê û daxwaza bidawîkirina tecrîda giran kir.

Parêzer, parlamenter û nûnerên gelek saziyên ku ji Stenbol, Îzmîr, Bûrsa, Amed û Enqere, Mûş, Şirnex û Rihayê bi otobus û wesayîtên taybet hatin pêşiya Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê û ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan. Lê belê bi hinceta "koster xirabe ye" serlêdan nehate kirin. Parêzeran ev hincet li ber fermandariya cendirmeyan protesto kir.

HER SÊ MEŞ HATIN ASTENGKIRIN

Di 1'ê Tebaxa 2015'an de bi dirûşma "Em ji bo azadiya bi sed hezaran Rêbertî dimeşin" ji Amedê heta Gemlîkê bi pêşengiya TUHAD-FED'ê meş hat lidarxistin. Bi hezaran kesên li ber DBP'ê ya Amedê kom bûn, bi dirûşma "Bijî Serok Apo" meşiyan. Hêzên dewleta Tirk êriş kirin û meş asteng kir.

Di pêşengiya buroya Bûrsayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), buroya Bûrsayê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Platforma Ji Ocalan re Azadî, di 15’ê Sibata 2016’an de bi dirûşma “Ji komployê re na, azadî ji Ocalan re" ber bi Gemlîkê ve meş li dar xistin. Girseya ku ji bo meşê kom bûn ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin astengkirin û destgîrkirin.

Di 12’ê Hezîrana sala 2022’yan de bi dirûşma “Em li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” “Meşa Gemlîkê” dest pê kirin. Ji bo çûna Gemlîkê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn, bi sedan kes hatin destgîrkirin, nehiştin ku girse biçe Gemlîkê.

Bi minasebeta 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 6’ê Sibata 2023`yan de ji du baskan ve bi dirûşma “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ber bi Gemlîkê ve bimeşiya. Lê ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, meş hate betalkirin.

MEŞA AZADIYÊ

Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Piştavaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) dê di 18’ê Mijdara 2023`an de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin.

Di çarçoveya amadekariya meşê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê civînên gel tên lidarxistin û ji aliyê saziyan ve bi daxuyaniyan banga tevlêbûna meşê tê kirin. Tê payîn ku bi deh hezaran kes ji 6 baskan ve ji Bakurê Kurdistanê û rojavayê Tirkiyeyê tev li meşê bibin.

Têkildarî “Meşa Azadiyê” parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP)`ê yê Colemergê û endamê komîtiya amadekar a meşê Vezîr Coşkûn Parlak ji ANHA`yê re axivî.

‘HEMÛ ÇALAKÎ LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊN LIDARXISTIN’

Parlamenterê HEDEP`ê Vezîr Coşkûn Parlak got bi milyonan gelê Kurd û kesên biyanî Rêber Abdullah Ocalan wek îradeya xwe qebûl kiriye. Parlak diyar kir ku 25 sal e bê navber çalakî ji bo Rêber Abdullah Ocalan tên lidarxistin û bal kişand ser çalakiyên niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got: “Di 9`ê Cotmehê de me li Bakurê Kurdistanê û rojavayê Tirkiyeyê hemleyek da destpêkirin û li Stanbol û Amedê hinek çalakî li dar xistin. Van çalakiyan deng veda. Di 15’ê Cotmehê de kongreya HEDEP`ê me li dar xistibû, li wir jî ji bo azadiya birêz Ocalan gelek axaftin hatibûn kirin. HDK, DTK, HEDEP, TJA, DBP, TUHAD-FED û gelek saziyên me hemleyek daye destpêkirin ku 3 û 18`ê Mijdarê dê 34 bajar û navçeyan bi gel re werin cem hev û mijara tecrîdê nîqaş bikin. 18`ê Mijdarê jî em ê meşa xwe bidin destpêkirin û 19’ê mehê bi slogana `Êdî bes e` em ji bo azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Wê meş ji 6 baskan ve li Bakurê Kurdistanê û rojavayê Tirkiyeyê jî dest pê bike. Di çarçoveya çalakiyên li dijî tecrîdê de niha em di bin slogana `Ber bi Rêbertiyekî azad, ber bi rizgariya demokratîk ve` civînên xwe li dar dixin.”

‘BINGEHA KRÎZAN TECRÎD E, DIVÊ FIZÎKÎ JÎ AZAD BE’

Parlak diyar kir ku referansa hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tecrîd e û ev tişt lê zêde kir: “Tecrîd rewşa Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê xirab kiriye. Çiqasî tecrîdê giran dikin qrîza siyasî, aborî, dadê kurtir dibe. Êdî hatiye asteke ku ev tecrîd bûye wekî rejîmeke dewleta Tirkiye. Ev bêhukuqiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê referansa xwe ji vê tecrîdê digre. Ev tecrîd bûye bingehekê bêhukuqiyê. Bi meşa xwe ya 18`ê mehê re emê dengê xwe bilintir bikin.  Divê em vê tecrîdê bişkînin ger em bişkînin pirsgirêka Kurd jî bi diyalog were çareserkirin. Muhatanê vê Birêz Ocalan e piştre parlamentoye. Ne tenê tecrîd rabe em dixwazin azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan jî pêk were.”

Parlak destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber vê piştgirî û girseya li dora paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan tehemûl nake, her tim êrişî çalakiyan dike û got: “Her ku êriş dikin tevlêbûn zêdetir dibe. Ji her demê zêdetir tevlêbûna gel niha heye.”

‘HEMÛ XEBATÊN ME SER RAKIRINA TECRÎDÊ BIN’

Parlamenter Vezîr Coşkun Parlak bang li gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku ji bo tevlêbûneke xurt piştgiriyê bidin “Meşa Azadiyê” û got: “Bi yekitiya Kurdan bi rihekî neteweyî em ê bikarin tecrîdê bişikînin. Em bang li hemû gelê Kurd û yên cîhanê dikin ku li hemberî vê tecrîdê bê deng nemînin. Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û rojavayê Tirkiyeyê jî divê tev li vê meşê bibe. Êdî dengê me dê zêdetir be, hemû xebatên me dê ser rakirina tecrîdê bin.”

ANHA