Peymana Xezayê û sondxwarina Trump rojeva rojnameyên erebî bû

Li gorî rojnameyên erebî, Îsraîliyan ji agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de zirar dît, hin jî meraq kirin ku Trump dê çawa bi pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Ukraynayê re mijûl bibe?

Peymana Xezayê û sondxwarina Trump rojeva rojnameyên erebî bû
20 ÇILE, 2025   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî  di rojevên xwe yên îro de çawaniya pêkanîna agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de û sondxwarina Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump nirxandin.

WENDABÛNA DI NAVA HÛRGILIYAN DIBE SEDEMA PAŞXISTINA AGIRBESTÊ Û NE ZELALBÛNA MERÊN WÊ

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye cih da mijara Filistînê û mekanîzmaya peymana agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de. Rojnameyê diyar kir ku “Mijlûlbûna li ser hin hûrguliyên têkildarî lîsteyên navên rehîneyan, hejmara kesên hatin berdan û hûrgiliyên din, bû sedema ku di saetên sibiha yekşemê de hin tevlihevî li Xezayê çêbibe, ev jî bû sedem ku agirbest bi qasî sê saetan were paşxistin û çarenûsa bendên mayî yên agirbestê jî ne zelal ma."

Rojnameyê li ser zimanên çavdêran destnîşan kir ku "Îsraîliyên ku ji agirbestê zirar dîtibûn û armanca wan bidawîkirina hebûna Hemasê bû, heta saetên dawî hewldanên xwe yên derengxistinê kirin, heta ku agirbest bû rastî."

 ROJHILATA NAVÎN: BERMAYÊN BIDEN Û BANDORA TRUMP

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa sondxwarina Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got: “Îro desthilata li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji Demokratan derbasî rêveberiya tundrew a Komarî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump dibe, di bin sernavekî berfereh de, ew jî `bandora Trumpîzmê` a li ser bûyer û nakokiyên li cîhanê, yên kevin û yên nû, Ji Ukraynayê bigire heta têkiliyên bi Çîn û Rûsyayê re û heta Rojhilata Navîn û nakokiyên wê yên piralî, di serî de jî dosyaya atomî ya Îranê û rola Îranê li herêmê, û rewşa Sûriyeyê, Xeza, Lubnan, Sûdan, Yemen û Lîbyayê. "

Rojnameyê wiha pê de çû: "Ji bo Rojhilata Navîn, di navbera bermayên Biden û bandora Trumpîzmê de, derfeteke ku nayê berdan heye. Mirov dikare encamên siyaseta Biden wiha bi kurtasî bêje; tunekirina du rêxistinên herî mezin ên derveyî dewletê li Xeza û Lubnan û rakirina perdeyê ji ser rêjîma Esed li Sûriyeyê, ku hişt her  du hevalbendên wê Îran û Rûsiya ji Rojhilatê derkevin û ji  rewşa êrîşê derbasî rewşa parastinê bibin. "

(k)

ANHA