Peyama RAWA’yê ya ji bo KJAR: Em ê xebateke hevbeş ava bikin 

Komeleya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) ji bo Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) peyamek şand û got: "Em ê weke jinên Efgan û Kurdistanê li dijî êrişan xebata hevbeş ava bikin."

Peyama RAWA’yê ya ji bo KJAR: Em ê xebateke hevbeş ava bikin 
11 sibat, 2024   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Jinên Şoreşger a Efganistanê di destpêka peyama xwe de ji ber êrişên rejîma Îran û Tirkiyeyê yên ser gelê Kurd hevsoziya xwe bi KJAR’ê re nîşan da û êrişan bi tundî şermezar kir. RAWA’yê di peyama xwe de ragihand ku têkoşîn û şoreşa jinên Kurd ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêviyê.

Di dewama peyamê de wiha hate gotin; “Em ê weke jinên Efgan û Kurdistanê li dijî êrişan xebata hevbeş ava bikin. Cara yekem nîne ku dewleta faşîst a Tirkiyeyê êriş dike. Bi salane gelê Kurd dike hedef û jinên têkoşerên Kurd şehîd dixe. Lê welatên cîhanê tu helwestek nîşan nadin û li beramberî vî sûcî bêdengiyê hilbijartine.

Jinên Efgan bi jinên Kurd re xwedî yek doz in, ji bo vê em piştgiriyê didin têkoşîna jinên Kurd ya dijî zilm û dagirkeriyê. Em darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd ku ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin.”