Jinên Ciwan komkujiya Berxbotanê şermezar kir

Yekitiya Jinên Ciwan li kantona Firatê bi meşekê komkujiya li Berxbotanê şermezar kir.

19 adar, 2025   15:17
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan li kantona Firatê ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Berxbotanê yê Kobanê kir, meşek li bajarokê Çelebiyê yê Kobanê li dar xist.

Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyê hatin hildan û şêniyan bê navber dirûşmên "Qatil Erdogan","Berxwedan jiyan e", "Na ji kuştina sivîlan re" bilind kirin.

Şênî li ber navenda Kogra Star a bajarê Çelebiyê kom bûn û li wir piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê xwendekar Denîz Ebûd ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Komkujiya Berxbotanê, her wiha bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî hate şemezarkirin.

Di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker hate kirin.

 (sş/k)

ANHA