Pexşan Ezîzî: Divê DYA girêdana bi mafên mirovan re di pratîkê de nîşan bide

Girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Qerçekê dîlgirtiye, destnîşan kir ku gelên li Rojhilata Navîn ji ber polîtîkayên DYA’yê û hevalbendên wan di bin zextê de ne û got, girêdana bi mafên mirovan re, bi rawestandina şer û komkujiyan re dibe.

Pexşan Ezîzî: Divê DYA girêdana bi mafên mirovan re di pratîkê de nîşan bide
4 cotmeh, 2025   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, ji Girtîgeha Qerçekê peyameke bideng şand. Pexşan Ezîzî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku beriya çend rojan têkildarî wê daxuyanî dabû û gotibû divê bê berdan, rexne kir û got ger DYA’yê bi rastî jî girêdayî mafên mirovan be, êdî divê merheleya gotinê derbas bike, dev ji gûrkirina şer, êriş û komkujiyan berde û gavên pratîk bavêje.

Pexşan Ezîzî diyar kir ku ew endameke asayî ya civakê ye û karê wê xebatên civakî ye û got: "Min qet rolek di hikûmet an saziyên siyasî de negirtiye û naxwazim jî hebe. Gelên Rojhilata Navîn di bin zexta aborî û civakî de dijîn ku ji ber polîtîkayên xelet û hegemonîk ên DYA’yê û dewletên hevalbendên wê çêbûye. Ev rewş mînakek ji salên mêtingerî û zordariyê ye. "

Pexşan Ezîzî, di daxuyaniya xwe de daxwaza bidawîanîna şer, êriş û komkujiyên li herêmê, piştgiriyek zelal ji bo mirovên bêguneh û bidawîanîna cezayên bi salan kir. Pexşan Ezîzî, diyar kir ku ev ceza azadî û jiyana mirovan tepeser dikin û sînordar dikin.

Pexşan Ezîzî ku daxuyaniyên Amerîkayê tenê wek nîşandana dilovanî û rêzgirtina mafên mirovan bi nav kir got: "Mirov û çalakvanên civakî ne girêdayî dewletan in û ne jî di lîstikên siyasî de rolek wan heye. Ji ber vê yekê divê zirarê nebînin. "

Pêşxan Ezîzî, bal kişand ser zordariya aborî û civakî ya ku ji ber polîtîkayên DYA’yê û dewletên hevalbendên wê çêdibe û vê rewşê weke mînakek ji mêtingerî û zordariya demdirêj nirxand û daxwaza aştî, lihevhatin, edalet û rûmeta mirovan ji bo her kesî kir.